Zagros Hîwa: PKKyê biryara danîna çekan nedaye

16-05-2025
Nîşan PKK KCK Pêvajo Çekdanîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Pêwendiyên Derve yê Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Zagros Hîwa got, “PKKyê biryara danîna çekan nedaye.”

Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) 12ê Gulanê biryarên kongreya 12an eşkere kirin.

Li gorî biryaran, “PKK hat fesixkirin, têkoşîna çekdarî qediya û xebatên li ser navê PKKyê qediyan.”

Piştî vê yekê li ser mijara “danîna çekan” gelek nîqaş tên kirin.

Berdevkê Pêwendiyên Derve yê Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Zagros Hîwa li ser mijarê ji Stêrk TVyê re axivî.

“Kesî behsa danîn û radestkirina çekan nekiriye”

Zagros Hîwa got ku di Kongreya PKKyê de biryara bidawîanîna têkoşîna çekdarî hatiye dayîn, ne danîna çekan û berdewam kir:

“Kesî behsa danîn û radestkirina çekan nekiriye çimkî niha zemîneke wisa tune.

Hîn pêvajoya bi navê aştiyê dest pê nekiriye çimkî her du alî (PKK û Tirkiye) li ser navê pêvajoyê li hev nakin."

“Çawa dibe ku mirov çekan deyne?”

Zagros Hîwa li ser mijarê wiha axivî:

“Hîn şikeft û tunêlên berxwedanê li Zap û Metînayê ji aliyê PDK û dewleta Tirkiyeyê ve hatine dorpêçkirin.

Navbera hêzên gerîla û leşkerên dagirker ên Tirk 50 metre, 100 metre ye. Di rewşeke wiha de çawa dibe ku mirov çekan deyne?

Berî ku behsa danîna çekan were kirin, pêwîst e li ser vekişîna artêşa dagirker a Tirk ji axa Başûrê Kurdistanê were axaftin.

Hîn zû ye ku mirov vê rewşê wekî pêvajoyekê pênase bike.

Rêber Apo destpêkirina vê demê ragihandiye û ji bo ku her pêvajoyeke di çarçoveya vê demê de pêş bikeve, divê pêşî Rêber Apo di warê fîzîkî de azad bibe.

Paşê ji bo îsbatkina biryardarî û dilsoziya xwe ya ji bo aştiyê û ji bo zemineke erênî ya aştiyê, hem Rêber Apo hem jî PKK ji 27ê Sibatê heta niha sê caran dilpakiya xwe ragihandiye.

Eger bi rastî dewleta Tirkiyeyê aştiyê dixwaze, pêwîst e ku ew jî rejîma tecrîd û şkenceya Îmraliyê bi tevahî rake.”

Divê were gotin ku Endamê Komîteya Birêvebir a PKKyê Murat Karayilan jî di kongreyê de gotibû, “Ji bo em çekan deynin divê em ji dewletê bawer bikin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst