Huseyîn Taşan: Kurd dixwazin bibin şirîkên Tirkiyeyê

16-05-2025
Ala Şalî
Ala Şalî
Huseyîn Taşan û Ala Şalî / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Huseyîn Taşan û Ala Şalî / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan PKK Kurd Tirkiye Pêvajo
A+ A-

Berlîn (Rûdaw) - Çalakvanê Kurd Huseyîn Taşan got, “Kurd dixwazin bibin şirîkên Tirkiyeyê.”

Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) 12ê Gulanê biryarên kongreya 12an eşkere kirin.

Li gorî biryaran, “PKK hat fesixkirin, têkoşîna çekdarî qediya û xebatên li ser navê PKKyê qediyan.”

Çalakvan û Endezyar Kurd Huseyîn Taşanê ku li Almanyayê dijî pirsên Nûçegihana Rûdawê Ala Şaliyê yên li ser pêvajoyê bersivandin.

Huseyîn Taşan diyar kir ku hevdîtinên Abdullah Ocalan û dewletê êdî ketine merheleyeke nû û got:

"Biryara danîna çekan ji bo gelê Kurd biryareke baş e. Em dê êdî di warê siyasî de xwe bi pêş bixin."

"Pêwîst êdî dewleta Tirk jî gavan biavêje"

Taşan bal kişand li ser gavên ku divê êdî dewlet biavêje û anî zimên:

"Dewleta Tirk heta îro digot êrişî me dikin û bandora çekan li ser me ye û ji ber vê jî nikarin meseleya Kurdan û Kurdistanê çareser bikin.

Îro êdî nikarin vê bibêjin. Pêwîst êdî dewleta Tirk jî gavan biavêje.”

Huseyîn Taşan diyar kir ku Kurd û bi taybetî jî Kurdên Bakurê Kurdistanê û hemû partî û rêxistin ji bo biryarên PKKyê kêfxweş in.

Çalakvanê Kurd destnîşan kir ku divê gelek pirsgirêk werin çareserkirin û wiha domand:

"Divê girtiyên nexweş bên berdan û cihên gorên pêşengên Kurdan bên eşkerekirin."

Taşan diyar kir ku Kurd û Tirkan Komara Tirkiyeyê bi hev re ava kiriye û da zanîn ku "Dema dewlet hat avakirin, Kurd ji Tirkan zêdetir bûn.”

Huseyîn Taşan di axaftina xwe de amaje bi mafên zimanê Kurdî jî kir û got ku "Pêwîst e ku Kurdî bibe zimanê perwerdeyê.”

Li gorî Taşan, "Rojavayê Kurdistanê ji bo hemû Kurdan mînak e" û divê mijarên wekî nasname, ziman û çand bi awayekî rast bên çareserkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst