Hewlêr (Rûdaw) - Ji ber berfê û qeşayê rêyan, hejmarek pasên geştyarî li navçeya Rewandizê asê mane.
Birêvebiriya Geştyariyê Rewandizê diyar kir ku ew dê cihê manê ji wan re dabîn bikin û tîmên wan jî mijûlî vekirina rêyan in.
Îro pêleke din a berfbarînê berê xwe da beşek ji deverên Herêma Kurdistanê û ji ber vê yekê li navçeya Rewandizê ya parêzgeha Hewlêrê komek geştyarên sersala zayînî di rêyan de asê man.
Birêvebirê Geştyariya Rewandizê Parêz Yûsif ji Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê Endam Cebar re got: "Ez daxwazê ji xelkê derveyî Rewandizê dikim ku neyên nav bajêr, çimkî piraniya rêyan girtî ne."
Li gorî gotina Parêz Yûsif, ji êvarê ve ji ber şemitînê, rêya cihên geştyarî yên Bêxal û Geliyê Elî Begê girtine.
Yûsif her wiha got,”Tîmên me berdewam mijûlî paqijkirinê ne û xwê li rêyan direşînin da ku qeşayê bihelînin."
Birêvebirê Geştyariya Rewandizê derbarê wan geştyarên ku ji bo sersalê hatine navçeyê û ji ber berfê asê mane got, "Em hewl didin wan li otêl û motêlan bi cih bikin."
Tenê li Çiyayê Korekê nêzîkî 100 cihên manê û li Şingilbaneyê 113 xanî û vîlayên geştyarî hene.
Parêz Yûsif teqez kir ku wan rêya Şingilbaneyê vekiriye û geştyar dikarin serdana wê bikin lê rêya Çiyayê Korekê nehatiye vekirin û tîmên wan hîn jî mijûlî vekirina wê rêyê ne."
Pêleke berfbarînê îro piştî nîvro berê xwe da Dihok, Zaxo, Soran, Raperîn û çend navçeyên Hewlêrê.
Tevî vê yekê, geştyarên ji naverast û başûrê Îraqê ji bo sersalê serdana van deveran dikin."
Berfbarînê rêyên bi sedan gundên Soranê girt û hişyarî li geştyaran tê dayîn
Pêleke berfbarîna dijwar sînorê Îdareya Serbixwe ya Soranê girt û ji ber vê yekê rêyên bi sedan gundan hat girtin. Birêvebirê Rê Piran a Soranê hişyariyê dide geştyaran ku berê xwe nedin deverên sînorî.
Li rêya Hesen Begê ku Soranê bi Sîdekanê ve girê dide, du roj in çûnûhatin rawestiyaye.
Welatiyê bi navê Rêgir Çeto got, "Pênc şeş sal dibe me berfeke wiha li vir nedîtiye; bi taybetî doh êvarê gelek kes di nav berfê de asê man."
Ji bilî rêyên sereke, li rêyên alî jî ji bo 12 demjimêran çûnûhatin rawestiya.
Birêvebirê Parastin û Çêkirina Rê û Pirên ê Soranê Xusret Sadiq ji Rûdawê re got, “Ji ber berfirehiya pêlê û kêmiya derfetan, me nekarî hemû rêyan paqij bikin.
Car heye bager ew qasî bihêz e ku asta dîtinê ji bo kêmtirî pênc metreyan kêm dibe. Ew hişyariyên ku em didin tenê mebesta me parastina canê welatiyan e."
Heta niha rêya bi sedan gund û gundikên li Balekayetî, Bradost û Barzanê nehatine paqijkirin û rêyên navbera bajaran jî tevî paqijkirinê, hîn hatûçûn tê de asayî nebûye.
Ji ber astengiya li rêyan, hejmareke zêde ya qezayên trafîkê rû dane. Li Herêma Pîşesazî ya Soranê, tenê îro zêdetirî 100 otomobîlên ku ziyan dîtine anîne garacan.
Hostayê çêkirina otomobîlan Arî Dilşad got, "Gelek telefon ji min re hatine kirin, niha çar otomobîl li cem min in û dibe ku heta êvarê garaca min tije bibe; hemû jî lihevketinên hûr in û yên nav bajêr in."
Li gorî amarên Keşnasiya Soranê, di vê pêlê de li navenda Soranê 11 santîmetre, Çoman 23 santîmetre, Sîdekan 31 santîmetre û herî zêde berf jî li Mêrgesorê bariye ku gihîştiye 34 santîmetreyan.
Li deverên bilind û çiyayî jî asta berfê gihîştiye metreyek û nîvan.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse