Hewlêr (Rûdaw) - Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, ji bo mîtînga "Hêvî û Azadî"yê ya ku dê 4ê Kanûna Paşîn a 2026an bê lidarxistin, bangê xelkê kir.
Mîtînga ku ji aliyê DEM Partiyê ve tê organîzekirin, dê li Qada Sstasyonê ya Amedê were lidarxistin.
Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucakê bi rêya vîdeoyekê ku li ser hesabê xwe yê medyaya civakî Xê parve kir, xelk vexwend mîtînga girseyî.
Serra Bucakê di peyama xwe de tekezî li ser daxwaza aştiyê kir û got:
"Em dê roja yekşemê, li Qada Stasyonê ya Amedê ji bo mîtînga girseyî ya 'Hêvî û Azadî'yê kom bibin.
Em her kesî vedixwînin vê mîtînga girseyî ya girîng ku tê de em dê hemû ji bo avakirina civakeke demokratîk a dûrî şer, çewsandin û pevçûnan bang bikin.
Her wiha em dê bi yek dengî behsa aştî, azadî û hêviyê bikin. Roja 4ê Kanûna Paşîn, li Qada Stasyonê ya Amedê, bi hêviya dîtinê."
Daxwaza azadiya Ocalan
DEM Partiyê beriya niha ragihandibû ku di vê mîtîngê de dê daxwaza azadiya Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan bê kirin.
Helwestên dijber û piştgirî
Lidarxistina mîtîngê bû sedema nîqaşan. Komek parêzeran 28ê Kanûna Pêşîn a 2025an serî li Parêzgariya Amedê, Wezareta Karên Navxwe û Serokkomariya Tirkiyeyê da û xwest ku mîtîng were qedexekirin.
Heta niha bersiveke fermî ji bo vê daxwazê nehatiye dayîn.
Li aliyê din, Serokê MHPyê Devlet Bahçelî 19ê Kanûna Paşîn a 2025an derbarê mîtîngê gotibû:
"Bi baweriya min, lidarxistina vê mîtînga girseyî ya DEM Partiyê, ti aliyên wê nîne.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse