Dînozorekî nû hat dîtin: Dirêjiya wî 27 metre ye

15-05-2026
RÛDAW
Nîşan Dînozor Tayland Lêkolîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Taylandê fosîlên cureyekî nû yê dînozorên giyaxwir ên stûdirêj hatin dîtin ku tê texmînkirin giraniya wî nêzîkî 27 tonî ye û dirêjiya wî digihêje bi dehan metreyan.

Tîmeke lêkolînê bi pêşengiya Zanîngeha College Londonê ya Brîtanyayê, 10 bermahiyên cuda yên fosîlan lêkolîn kirin.

Ev fosîl li herêma Chaiyaphumê ya li bakurrojhilatê Taylandê hatine derxistin û hestiyekî lingê yê bi dirêjiya 1,78 metreyî jî di nav wan de ye.

Zanayan navê "Nagatitan chaiyaphumensis" li vî cureyê nû yê dînozoran kir ku tê texmînkirin giraniya wî derdora 27 tonî ye.

Zanayan ragihand ku ev dînozor beriya 100 heta 120 milyon salî di serdema Kretaseyê de jiyaye.

Lêkoleran destnîşan kir ku ev cure, yek ji cureyên herî mezin ên dînozorên giyaxwir ên stûdirêj e ku li başûrrojhilatê Asyayê hatiye keşifkirin.

"Dêwê dawî yê Taylandê"

Nivîskarê sereke yê xebatê û xwendekarê doktorayê yê Zanîngeha College Londonê Thitiwoot Sethapanicsakul li ser mijarê daxuyanî da.

Sethapanicsakul diyar kir ku ev cure ser bi malbata "sauropod"ê ve ye ku dînozorên dêw ên giyaxwir û stûdirêj ên wekî "Diplodocus" û "Brontosaurus" li xwe digire.

Sethapanicsakul ev dînozor wekî "dêwê dawî yê Taylandê" bi nav kir û anî ziman ku dirêjiya wî gihîştiye 27 metreyî û bi qasî balînayeke şîn a mezin e.

Hûrgiliyên vê xebatê di kovara Scientific Reportsê de hatin weşandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst