Wan (Rûdaw) - Xwendekarên Akademiya Robotîk û Kodkirinê ya Înnobotê ya li Wanê bi serperiştiya mamosteyê xwe yê nermalavê (software) Yusuf Îzgî, bi projeyên xwe yên hişê çêkirî û otomasyonê hem li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hem jî di qada navneteweyî de serkeftinên mezin bi dest xistin.
Ev xwendekarên lîseyê projeyên teknolojîk amade dikin û beşdarî pêşbirkên navneteweyî dibin.
Berhemên wan heta niha li dehan welatan bûne yekem.
Ji ber van serkeftinan, 21 xwendekarên vê akademiyê mafê xwendina belaş a li zanîngehên dewletê yên li Romanya û Belçîkayê wergirt.
Piştî ku lîseya wan biqede ew dê karibin li wan zanîngehan bêpere bixwînin.
Birêvebirê Akademiya Înnobotê Yusuf Îzgî anî ziman ku wan di nava salekê de nêzîkî 10 projeyan amade kirine û got:
"Ji van 10 projeyan me patenta 4 projeyan wergirt.
Projeyeke me li Dubaiyê bû yekem û projeyeke me li Afrîkayê bû duyem.
Her wiha projeyên me li Romanya, NASA û Tirkiyeyê jî bûn yekem."
Yusuf Îzgî diyar kir ku ew dê dîsa biçin pêşbirkê û li pey çû:
"Niha jî em dê bi 4 projeyan dîsa herin pêşbirka li Romanyayê.
Em 8 xwendekar û 2 mamoste bi hev re diçin.
Ez bawer im ku em dê dîsa serkeftî bin û bibin yekem."
Amadehî tên kirin
Endezyarê elektrîk û elektronîkê Yusuf Îzgî û xwendekarên wî niha ji bo pêşbirkên nû yên li Romanya û Kanadayê amadehiyên xwe yên dawiyê dikin.
Xwendekarê akademiyê Serhat Pulat li ser xebatên xwe got:
"Niha 4 projeyên me hene. Yek ji wan jî ev makîne ye.
Ev makîne ava pîs paqij dike û mirov dikare bi wê avê genim, nîsk û nokên xwe av bide."
Xwendekara akademiyê Yagmur Aldemîrê jî hestên xwe wisa anîn ziman:
"Ez pir bi kelecan im ku ez jî diçim Romanyayê.
Gelekî xweş e. Ez bawer dikim ku em dê xelatan wergirin û vegerin."
"Li Wanê potansiyeleke mezin heye"
Şirîkê akademiyê Prof. Dr. Mehrdad Fojlaley jî ji ber serkeftina xwendekarên Wanê kêfxweşiya xwe destnîşan kir û da zanîn:
"Peymangeha me nûnertiya zanîngeheke li Belçîkayê dike.
Li Herêma Rojhilatê Tirkiyeyê û bi taybetî li bajarê Wanê, kesên gelekî jêhatî û potansiyeleke mezin a afirîneriyê heye."
Fojlaley her wiha bangî aliyên pêwendîdar kir û eşkere kir:
"Wekî birêvebirê vê navendê, ez bangî hikûmetê dikim ku piştgiriya me bike ku em karibin çalakiyên xwe yên li vî bajarî berfirehtir bikin."
Heta niha 21 xwendekarên lîseyê yên ku di van projeyan de cih girtiye, bi saya serkeftinên xwe mafê xwendina belaş a li zanîngehên dewletê yên Romanya û Belçîkayê bi dest xist.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse