Hewlêr (Rûdaw) - Civaka Yahudiyên Kurdistanê ya li Îsraîlê ji ber xirabbûna rewşa mirovî ya li Rojavayê Kurdistanê, ji bo hikûmet û parlamentoya Îsraîlê dest bi kampanyayeke îmzeyan kir.
Di kampanyayê de piştevaniya dîplomatîk ji bo parastina sivîlên li herêmê tê xwestin.
Serokê Civaka Yahudiyên Kurdistanê ya li Îsraîlê Yehuda Ben û çalakvanên civaka sivîl li ser platformên dîjîtal dest bi vê kampanyayê kir û xwest ku dewleta Îsraîlê li hemberî êrişên li dijî sivîlên li Rojavayê Kurdistanê helwestê nîşan bide.
Kampanya li ser Change.orgê hat destpêkirin ku yek ji platformên herî mezin ên daxwaznameyan e li cîhanê û sedemên kampanyayê jî hatin eşkerekirin.
Di metna daxwaznameyê de ku bi sernavê "Banga ji bo Dewleta Îsraîlê: Parastina Sivîlên li Rojavayê Kurdistanê Berpirsyariyeke Mirovî ye" hat belavkirin, hat diyarkirin ku binesaziya sivîl, zarok û mirovên bêguneh li herêmê dibin armanc.
Civaka Yahudiyên Kurdistanê ya li Îsraîlê destnîşan kir ku civaka navneteweyî li hemberî vê rewşê bêdeng maye û tekezî li ser mafê jiyana bi ewle û rûmet a gelê Kurd kir ku li dijî terorê bedelên giran dane.
Çar daxwazên sereke yên ji dewleta Îsraîlê
Di daxwaznameya ku ji bo hikûmet û parlamentoya Îsraîlê hatiye amadekirin de, avêtina van gavên şênber tê xwestin:
- Bikaranîna kanalên dîplomatîk ên Îsraîlê ji bo parastina sivîlên li Rojavayê Kurdistanê.
- Anîna rojevê ya binpêkirina mafên sivîlan li platformên cîhanî.
- Piştgirîdayîna çalakiyên mirovî û hiqûqî yên ku armanca wan parastina nifûsa sivîl a li herêmê ye.
- Nîşandana helwesteke zelal li dijî hedefgirtina sivîlan bi kiryarên terorîstî
“Divê em bi hev re dengekî xurt derxin"
Serokê Civaka Yahudiyên Kurdistanê ya li Îsraîlê Yehuda Ben li ser kampanyayê daxuyaniyek da û diyar kir ku însiyatîf li ser bingeheke mirovî û hiqûqî dimeşe.
Ben Yosef destnîşan kir ku kampanya banga tundiyê yan şer nake, berevajî vê yekê armanca wê parastina jiyana mirovan e.
Wî anî zimên ku Îsraîl wekî dewletekê bandorên terorê dizane û divê li hemberî vê rewşê bêdeng nemîne.
Her wiha di metna daxwaznameyê de hat bibîrxistin ku parastina sivîlan ne alîgiriyeke siyasî ye, ew erkekî mirovî yê gerdûnî ye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse