Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Hêzên Gel Yasir Ebû Şebab ragihand ku ew di şerê li dijî Hemasê de bi artêşa Îsraîlê re hevkariyê dike.
Koma bi navê Hêzên Gel hêzeke Filîstinî ye û li başûrê Xezeyê çalak e û li dijî Hemasê têkoşîneke çekdarî dimeşîne.
Serokê Hêzên Gel Ebû Şebab ji radyoya fermî ya Îsraîlê ya bi navê Makanê re got ku ew li herêma Refahê ya Xezeyê bi hevahengiya bi artêşa Îsraîlê re tevdigerin.
Ebû Şebab diyar kir ku Hêzên Gel a ku ew serokê wê ye, dikare li herêmên di bin kontrola Îsraîlê de bi awayekî azad tevbigere û wan hinek çalakiyên xwe yên leşkerî pêşwext ji aliyê Îsraîlê re ragihandine.
Ebû Şebab her wiha anî ziman ku ew ji derve piştgiriyê werdigirin lê red kir ku di vî warî de hûrgiliyan bide.
Li gorî nûçeya Şarkul Avsatê, Ebû Şebab got, “Em nikarin bi eşkereyî behsa hinek tiştan bikin.”
Ebû Şebab rexneyên xwe yên li dijî Hemasê domand û tekez kir ku koma wî “li dijî neheqî û gendeliyê têdikoşe.”
Rayedarên Îsraîlê piştrast kir
Berdevkê Artêşa Îsraîlê Effie Defrin rasterast li ser mijarê şîrove nekir lê got, “Ez dikarim bibêjim ku em li dijî Hemasê rêbazên cuda bi kar tînin.”
Hinek rayedarên Îsraîlî berê qebûl kiribûn ku piştgirî dane komeke çekdar a Filistînî ya mixalifê Hemasê lê bi eşkereyî negotibûn ku ev kom Hêzên Gel a bi serokatiya Ebû Şebab e.
Bi talankirina kamyonên alîkariyê tê tohmetbarkirin
Di raporeke ku ji aliyê Konseya Têkiliyên Derve ya Ewropayê (ECFR) ve hatiye amadekirin de, Ebû Şebab wekî “serokê çeteyeke sûc a ku li Refahê çalak e û bi talankirina kamyonên alîkariyê tê tohmetbarkirin” hat pênasekirin.
Ebû Şebab îdia kir ku Hêzên Gel bi ti aliyeke îdeolojîk an siyasî ve girêdayî nîne û got ku Hemas niha rûbirûyê pevçûnên navxweyî ye û dawiya wê nêzîk e.
Hemasê 10 roj mohlet da
Saziya daraza leşkerî ya Hemasê, Çarşema borî Ebû Şebab bi avakirina çeteyeke çekdar û hevkariya bi Îsraîlê re tohmetbar kir.
Hemasê bangî Ebû Şebab kir ku di nava 10 rojan de xwe teslîm bike.
Odeya Hevpar a Komên Filistînî jî Hêzên Gel bi “pêlîstokbûna ji bo Îsraîla dagirker” tohmetbar kir û diyar kir ku Ebû Şebab û koma wî “li derveyî refên neteweyî yên Filistînê ne” û anî ziman ku “bi yekdengî rijandina xwîna wan rewa hatiye dîtin”.
Dîmenên wan belav bûbûn
Ebû Şebab û endamên koma wî ya çekdar, hefteyên borî li nêzîkî navendeke alîkariyê ya li Refahê bi tivingên makîneyî yên sivik hatibûn dîtin.
Şahidên bûyerê radigihînin ku kom gelek caran li başûrê rojhilatê Refahê yên di bin kontrola Îsraîlê de digere.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse