Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên ewlehiyê yên Îsraîlê li bendereke wî welatî, berî ku bigihêjin peravên Xezeyê, hinek ji çalakvanên Fîloya Sumudê desteser kirin.
Yek ji wan kesên ku hatiye desteserkirin Rênas Îbrahîmî ye ku bi eslê xwe Kurd e û xelka Nexedeyê ya Rojhilatê Kurdistanê ye.
Rênasa 34 salî welatiya Fînlandayê ye. Dayika wê ji Rûdawê re ragihand ku artêşa Îsraîlê şeva çarşemê saet 11:40î keça wê û hinek hevalên wê desteser kirine.
Wê her wiha got, Rênasê çend caran alîkariya mirovî şandiye Xezeyê û ew bi karên keça xwe serbilind e.
Rênasa ku bakeloryaya çandê xwendiye, beriya ku were desteserkirin ji dayika xwe re nameyek şandiye û gotiye, "Xem nexwe, em baş in û em tên desteserkirin. Her tişt baş e."
Ji bilî Rênasê, 450 çalakvanên din ên ji 37 welatan ku di yek ji keştiyên fîloyê de bûn hatin desteserkirin.
"Bila hemû hevahengî bên rawestandin"
Rênas Îbrahîmî di peyameke vîdeoyî de wiha dibeje:
"Ji bo Îsraîla ku li dijî daxwaza me miameleyê bi me re dike, niha dema wê ye ku em daxwazê ji berpirsên xwe bikin da ku hemû hevahengiyên xwe yên bi wî welatî re rawestînin ku komkujiya xelkê kiriye."
Çalakvanan di nîvê duyemîn ê Tebaxa îsal de ji Barcelonaya Spanyayê ber bi Xezeyê ve dest bi rêwîtiya xwe kiribû, armanca wan jî şikandina dorpêçê û gihandina alîkariyê bû.
Rayedarên Îsraîlê dibêjin ku beriya desteserkirinê ew hatine agahdarkirin ku dûr bikevin.
Wan her wiha amaje pê da ku wan ji bo parastina ewlehiya welatê xwe ev yek kiriye.
"Zêdetirî 600 polîsan beşdar bûn"
Fermandarê Polîsê Laxîşê Elî Şimûl dibêje: "Di dema Roja Kîpûrê de, polîsê Îsraîlê amadekarî kir ku rûbirûyî keştiyê bibe û rê lê bigire ku bigihêje Xezeyê.
Zêdetirî 600 polîs, çavdêrên girtîgehan û karmendên Desteya Koçê ya Îsraîlê beşdar bûn.
Me ew kes pişkinîn, navên wan tomar kirin û me belgeyên wan jî jê standin."
Çalakvanê ji Afrîkaya Başûr Nkîyos Zwayîlvêlîlê Mandela jî vîdeoyek tomar kiriye û tê de dibêje:
"Eger we ev vîdyo dît, wateya wê ew e ku rê li ber me hatiye girtin û ji aliyê desthilata hov a Îsraîlê ve em hatine desteserkirin.
Ez daxwaza zexta herî zêde li hikûmeta welatê xwe dikim da ku hemû hewlên xwe bide ku ez di zûtirîn dem de werim azadkirin."
Fîloya Sumudê (Fîloya Berxwedanê) ji 45 keştiyan pêk tê û hejmarek çalakvan û siyasetmedarên ji gelek welatên cîhanê tê de ne.
Li gorî gotina wan, hewldana wan ji bo şikandina dorpêça Îsraîlê ya li ser Xezeyê ye ku li gorî Neteweyên Yekbûyî hemû xelkê wê birçî ne û ewlehiya wan a xwarinê nîne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse