Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîr Mesrûr Barzanî li Ebû Dabiyê bi Serokê Îmaratê Şêx Mihemed Bîn Zeyd El Nehyan re bipêşketinê herêmê û pêwendiyên dualî gotûbêj kir.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di çarçoveya Lûtkeya Hikumetên Cîhanê de li Îmaratê bi Serokê Îmaratê Şêx Mihemed Bin Zeyd El Nehyan re civiya.
Her du aliyan di civînê de tekez kir ku divê pêwendiyên kûr ên di navbera Herêma Kurdistanê û Îmaratê de di warên cuda de zêdetir bên bipêşxistin û xurtkirin.
Wan her wiha bal kişand ser girîngiya zêdekirina hevkariya aborî û siyasî.
Rewşa herêmê hat nirxandin
Yek ji rojevên sereke yên civînê rewşa siyasî û ewlehiyê ya herêmê bû.
Serokwezîr Barzanî û Şêx Mihemed Bin Zeyd; rewşa giştî ya Îraqê, bipêşketinên dawî yên li Sûriyeyê û guherîn û dînamîkên stratejîk ên li herêmê bi hûrgilî nirxandin.
#WÊNE - Mesrûr Barzanî û Serokê Îmarata Erebî civiyan
— RudawKurdi (@RudawKurdi) February 4, 2026
💢 Serokwezîr Mesrûr Barzanî li Ebû Dabiyê bi Serokê Îmarata Erebî Mihemed Bin Zayid El Nehyan re civiya
💢 Di hevdîtinê de tekezî li ser bipêşxistina pêwendiyên di navbera Îmarata Erebî û Herêma Kurdistanê de hat kirin pic.twitter.com/eXz9sDnAr6
"Em dê pêwendiyên xwe bipêş bixin"
Serokwezîr Mesrûr Barzanî piştî civînê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyek belav kir û wiha gotin:
"Me li Ebû Dabiyê bi birayê xwe yê hêja Şêx Mihemed Bin Zeyd Al Nehyan re hevdîtin kir.
Di civîna xwe de me tekezî li ser pêwîstiya bipêşxistina zêdetir a pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Îmaratê de kir.
Me her wiha rewşa giştî ya Îraqê, bipêşketin û guherînên dawî yên li Sûriye û herêmê gotûbêj kirin."
Her wiha Serokwezîr Barzanî bi Wezîrê Pîşesazî û Teknolojiya Pêşketî yê Îmaratê Sultan Cabir re civiya.
Di wê civînê de girîngiya bipêşxistina zêdetir a pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Îmaratê de, bi taybetî di warên enerjî, çavkaniyên xwezayî û teknolojiyê de hat gotûbêjkirin."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse