Pakistanê girêbesta li gel Tirkiyê hilweşand

06-01-2022
RÛDAW
Nîşan Pakistan Tirkiye Helîkopter ATAK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Pakistanê, girêbesta ku sala 2018an bo kirîna helîkopteran bi bihayê yek milyar û 500 milyon dolaran ligel Tirkiye îmze kiribû, hilweşand.

Pakistanê û Tirkiyê sala 2018an bo kirîna 30 helîkopterên T129 ATAK, bi milyarek û 500 milyon dolaran girêbestek îmze kiribûn. Ev girêbesta ku dê mezintirîn hinardeya berevaniya pîşesaziya Tirkiyê bûya, lê ji ber kirîna S-400an ji aliyê Tirkiyê ve Amerîkayê cezayên CAATSAyê li ser ferz kirin û Tirkiyê nikaribû motorên helîkopteran dabîn bike û di radestkirina helîkopteran de bo Pakistanê dereng ma.

Artêşa Pakistanê ragihand, girêbesta kirîna helîkopterên T129 ATAK hilweşandine. Berdevkê Artêşa Pakistanê General Babar Îftihar got: “Me bi Tirkiyê re girêbesta kirîna helîkopterên T129 ATAK hilweşand. Me niha bo kirîna helîkopterên bi çek, li gel Çînê dest bi gotûbêjan kiriye. Ez hêvî dikim em ê ji Çînê helîkopterên bi çek bikirin.”

Li gor girêbesta di navbera Pakistan û Tirkiyê de dê 30 helîkopterên T129 ATAK, bo Pakistanê bihatana radestkirin. Lê ji ber motorên helîkopteran ji aliyê kompanyaya Brîtanî Rolls-Royce û Amerîkî Honeywell ku şîrîkên hev in dihatin berhemanîn, rêveberiya Donald Trump ji ber cezayên S-400an rê neda motor bo Tirkiyê bên radestkirin û Tirkiyê jî nikaribû çêkirina helîkopteran temam bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst