Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan ragihand ku Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan dikare li Sûriyeyê rolekê bilîze.
Fîdan her wiha got, dema ew Serokê MÎTê bû wan bi PKKyê re li hev kiribû.
Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan li Dohaya paytexta Qeterê beşdarî Foruma 23yemîn a Dohayê bû û bersiv da pirsên Edîtorê Dîplomasiyê yê The Guardianê Patrick Wintour.
"Gelo dixwaze rola xwe bilîze?"
Hakan Fîdan li ser rola Ocalan wiha axivî:
"Ez di wê baweriyê de me ku Ocalan dikare li Sûriyeyê rolekê bilîze.
Lê belê gelo ew dixwaze rolekê bilîze yan jî dixwaze vê yekê wekî amûreke zextê bi kar bîne? Em nizanin."
Şertên ji bo HSDyê
Fîdan entegrasyona Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) a bi artêşa Sûriyeyêre jî nirxand.
Fîdan îdia kir ku di nava HSDyê de hinek hêzên girêdayî PKKyê hene û got:
"Em dixwazin hêzên ne Sûriyeyî ji nav HSDyê werin derxistin. Divê hemû hêzên ku li dijî berjewendî û ewlehiya Tirkiyeyê hatine bicihkirin, werin derxistin."
"Em behsa 60 hezar kesî dikin"
Fîdan destnîşan kir ku Hikûmeta Şamê û HSD dikarin di navbera xwe de li hev bikin û wiha pê de çû:
"Bê guman dê nirxandinên berfirehtir û teknîkî li Şamê werin kirin. Em behsa pêvajoyeke hêsan nakin.
Em behsa pêvajoya tevlîkirina yekîneyên 50-60 hezar kesî ya li nava artêşeke nû dikin. Divê ev pêvajo bi niyeta baş were meşandin."
"Me û PKKyê li kiribû"
Hakan Fîdan behsa hevdîtinên xwe yên berê yên bi PKKyê re jî kir û got:
"Dema ez di navbera salên 2009-2013an de Serokê MÎTê bûm, têkiliyên min bi kadroyên lîder ên PKKyê re çêbûn.
Em gelekî nêzîkî lihevkirinê bûn lê PKKyê ji ber sedema Sûriyeyê dev ji vê têgihiştina hevpar berda."
Fîdan anî zimên ku "dîrok ji ducarebûnê pêk tê" û ew bawer dike ku Ocalan dikare li Sûriyeyê rolekê bilîze.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse