Beşar Esed li Şamê bi Serokê Lubnanê yê berê re civiya

07-06-2023
RÛDAW
Nîşan Sûriye Beşar Esed Lubnan Mîşêl Un (Michel Aoun)
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Sûriyê Beşar Esed li Şamê pêşwaziya Serokê Libnanê yê berê Mîşêl Un (Michel Aoun) kir û got, ku aramiya li Lubnanê bandoreke erênî li Sûriyê û navçeyê jî dike.

Beşar Esed behsa rola Mîşêl Un di parastina peywendiyên di navbera Sûriyê û Lubnanê de kir û tekezî li ser pêşxistina peywendiyên navbera herdu welatan kir.

Esed herwiha da zanîn ku Lubnanî dikarin pirsgirêkên xwe çareser bikin. Esed wiha got: “Baweriya me bi hêza gelê Lubnanê heye ji bo derbaskirina hemû pirsgirêk û kêşeyan û bihêzkirin û bicihkirina rola saziyên xwe yên netewî û yasayî.”

Serokê Sûriyê eşkere kir ku doza Sûriyê û Lubnanê girêdayî hev in û başbûna peywendiyên Sûriyê bi welatên Ereb re dê bandoreke erênî li Sûriyê û Lubnanê bike.

Di hevdîtinê de, Mîşêl Un jî got, Sûriyê demên gelek xerab derbas kirin û destnîşan kir, ew li pişt Sûriyê ne û dixwazin peywendiyên Şamê û welatên Ereb baştir bibin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst