Sûriye ji bo dîtina windayên serdema Esed komîteyekê ava dike

18-05-2025
RÛDAW
Nîşan Sûriye Winda Komîte Beşar Esed
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hikûmeta Sûriyeyê ragihand, ji bo windayan Komîteya Niştimanî tê avakirin, bi armanca diyarkirina çarenivîsa wan kesan ku di dewra Beşar Esed, de winda bûne.

Serokatiya Sûriyeyê doh ragihand ku Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer fermanek îmze kiriye ku taybet e bi damezrandina komîteyeke serbixwe ya niştimanî ji bo windayan.

Erkê vê komîteyê jî "lêkolîn û dîtina çarenivîsa windayan e".

Di rêya vê komîteyê re, rayedarên nû yên Sûriyeyê, kar dikin ji bo "tomarkirina dosyeyan, avakirina navendeke tomarkirina niştimanî û dabînkirina piştgiriya yasayî û mirovî ji bo malbat û kesûkarên wan."

Li gorî wê fermana ku Şer îmze kiriye, ew komîte, ji aliyê darayî û birêvebiriyê ve "serbixwe dibe" û li seranserê Sûriyeyê kar dike.

Mihemed Reza Celxî serokatiya komîteyê dike, ku di destpêka meha Adarê de hat destnîşankirin ku alîkariya rayedarên nû yên Şamê bike di dariştina destûreke nû de ji bo qonaxa veguhestina welatê wan.

Destûra nû ya Sûriyeyê ji bo pênc salan e, di xalekê de hatiye, "Komîteya Dadî ya Qonaxa Veguhestinê" tê damezrandin, bi armanca "diyarkirina mekanîzmayên lêpirsînê, piştrastkirina rastiyan û dabînkirina dadweriyê ji bo qurbanî û rizgarbûyên kiryarên xerab ên hikûmeta berê."

Li gorî Komîteya Navneteweyî ji bo Kesên Winda, piştî derketina şerê navxweyî yê Sûriyeyê di Gulana 2011an de, zêdetirî 130 hezar kes li Sûriyeyê winda bûn lê li gorî çavkaniyên xwecihî yên Sûriyeyê, ew hejmar digihêje 155 hezar kesan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst