Hewlêr (Rûdaw) – Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov serdana Şamê kir Şamê û ligel Serokê Sûriyê Beşar Esed hevdîtinek pêk anî û li Şamê ragihand ku hinek welatên cihanê dixwazin ajandayên cudaxwaziyê ferz bikin
Di konferansa rojnamevanî ya hevbeş de wezîrê derve yê Rûsya Sergeyê Lavro behsa naveroka civîna di navbera wî û serokomarê Sûriyê Beşar Esed kir û got, wan tekezî li ser yeperçeya xaka Sûriyê kirin.
Sergey Lavrov da zanîn, ku hinek welatên cihanê dixwazin ajandayên xwe yên cudaxwaziyê li Sûriyê bicî bikin, lewma ew pabendî serwerî û biryara serbixwe ya Sûriyê ne.
Lavrov got: “Di çarçoveya gotûbêjên dûr û dirêj ligel Serok Beşar Esed ,me rewşa Sûriyê nirxand û nerîna me weke hev bû ku rewşa meydanî bi awayekî rêjeyî aram e, divê Sûrî kar li ser yekgirtina yekrêziya xwe ya navxwe bikin. Ev jî xwezyayî ye, ne hemû hêzên biyanî li ser van guhertinên erênî razî ne, ku dixwazin ajandayên xwe yên cudaxwazî ferz bikin û gelê Sûriyê ji aliyê aborî ve bixeniqînin bi rêya sepandina cezayên aborî yên yekalî.
Wezîrê Derve yê Rûsyay herwiha diyar dike ku ewn di wê çarçoveyê de tekez kir, ku ew pabendî serweriya Sûriyê, yekperçeya xaka wê serbixweyî ya siyasî ne û wiha pê de çû: “Herwiha em rêz li wê yekê dikin ku Sûrî bi xwe çarenivîsa xwe diyar bikin li gor biryara encûmena asayişê ya 2254. Wê Rûsya hemû hewlên xwe bidin ku bergiriyê di ber prensîpa rêzgirtina serweriya Sûriyê biryara gelê wê serbixwe ku ew endame di Astanayê de û em piştgîriya Komîteya nivîsandina destûr dikin.”
“MSD û Partiya Îradeya Gelê pabendî yekperçeya Sûriyê ne”
Herwiha Lavrov li ser serdana şanda Encumena Sûriya Demokratîk (MSD) ji bo Moskowê got, Platforma Moskow li pêş hemû hêzên siyasî vekiriye û tekez kir, ku herdu aliyan pabendbûna xwe bi temamî bi serxwebûna Sûriyê û yekperçeya xaka wê nîşan dane.
Lavrov eşkere kir, ku Moskow di îmzekirina wê rêkeftinê de beşdar nebûye, lê her kes dikare naveroka wê bixwîne.
Derbarê vê mijarê de jî wiha axivî: “Em li Rûsya û di dema hemû salên krîzê de, me platforma Moskow li pêş hemû hêzên siyasî vedikir. Ji ber nebûna baştirîn platform, nûnerên MSD û nûnerên platforma Moskow, em hilbijartin ji bo şêwirtiyên xwe.
Ji xwe, projeya vê rêkeftinê bê beşdarbûna Moskow hate îmzekirin, her kes dikarin dekomêntê bibînin, em tekez dikin, herdu alîyên MSDê û platforma Moskowê, pabendbûna xwe bi temamî bi serxwebûna Sûriyê, serwerê û yekperçeya xaka wê nîşan da.”
Di berdewamiya axavtina xwe de Lavrov got: “Rûsya heman helwestê nîşan dide, ew jî rêzgirtina serweriya Sûriyê û yekperçeya xaka Sûriyê û di civîna ligel MSDê û platforma Moskoyê de me tekezî li ser vê kiriye. Rola Mosko, weke plaformeke guncaw bo hemû hêzên Sûrî û ne Sûrî, ji demeke dirêj ve diyar e, ligel civîna van herdu hêzên Sûrî. Hêzên Filestînî jî niyeta xwe nîşan dan ku li Moskoyê civînekê orgenîze bikin. Me civînek ji bo herdu aliyên Efxanî jî lidar xist. Bi her hal, em amade ne pêşwaziya her hêzekê bikin, ji bo ku em diyalogeke niştîmanî li wan welatan destpê bikin, yên ku rûbirûyê kirîzan dibin.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse