Hewlêr (Rûdaw) - Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Kar û Barên Sûriyeyê Tom Barrack ji Rûdawê re ragihand ku têgehên wekî "navendîbûn, nenavendîbûn û federalîzm" tenê "wehma hikûmetan in."
Tom Barrack tekez kir ku Amerîka biryardayîna li ser awayê birêvebirinê ji bo xelkê herêmê dihêle û di heman demê de "heyraniya" xwe ya ji bo pêvajoya siyasî ya li Îraqê anî ziman.
Li Foruma Dohayê ya li Qeterê, Nûçegihanê Rûdawê Elî Serbaz ji Tom Barrack pirsî:
"Doh hûn li dijî nenavendîbûna li Sûriyeyê sekinîn.
Niha li Herêma Kurdistana Îraqê, herêmeke federal heye.
Gelo ev ji hikûmeta navendî ya rejîma berê ya serdema Sedam Hisên ne baştir e?"
Di bersivê de Barrack pesnê dîrok û reseniya gelên Îraqê da û anî ziman:
"Nêrîna me pir hêsan e. Civakeke ji Îraqiyên Mezopotamyayê xwendetir, xwedî mîrat û resentir li cîhanê nîne.
Em hemûyan ji we re dihêlin da ku hûn biryarê li ser bidin."
Nûnerê Amerîkayê li ser şêwaza desthilatdariyê jî got:
"Tiştekî bi navê navendîbûn, nenavendîbûn, yan jî federalîzm nîne.
Ev hemû wehmên wan hikûmetan in ku ev tişt durist kirine.
Nêrîna Amerîkayê ew e ku pêwîst e em hemû van biryaran ji herêmê re bihêlin."
Barrack amaje bi wê yekê jî kir ku ew destkariyê di biryara xelkê herêmê de nakin û da zanîn:
"Hûn her biryarê bidin, siyaseta we heye, pratîka we heye, parlamentoya we heye di navenda wê pêvajoyê de.
Em heyranê wê pêvajoyê ne û em ji we re dihêlin da ku hûn biryarê li ser bidin."
Rexneya li nenavendîbûnê û tecrubeya Herêma Kurdistanê
Daxuyaniya Barrackê nêzîkî Serokê Amerîkayê di demekê de ye ku rojek berê, di heman forumê de û di bersiva pirseke din a Rûdawê de li ser bicihanîa sîstema nenavendî ya li Sûriyeyê, nêrîneke reşbînî pêşkêş kiribû.
Barrack ragihandibû, "Nenavendîbûn li herêmê bi ser neketiye."
Dîplomatê Amerîkî mînakên welatên Balkan, Libnan, Lîbya û Îraqê dan û amaje pê kir ku piştî xerckirina 3 trilyon dolaran û mirina bi sedan hezar kesan li Îraqê, sîstema nenavendî bûye "pirsgirêkeke mezin."
Tirsa ji senaryoya "Balkanê"
Li aliyê din û di hevpeyvînekê de li gel rojnameya The Nationalê ya Îmarat Erebî Tom Barrack rexne li stratejiya bi dehan salan a Amerîkayê girt.
Ew stratejî li ser duristkirina herêmên Kurdî li Başûr û Rojavayê Kurdistanê bû.
Barrack di wê baweriyê de bû ku cudakirina herêmên dewlemend ên bi petrolê ji hikûmetên navendî, rewş ber bi şêweyekî "Balkanîbûnê" ve biriye ku bêhtir dişibe dabeşbûna Yugoslavyayê ne duristkirina aramiyê.
Barrack rewşa niha ya Îraqê wekî "kaoseke mutleq" bi nav kir û amaje pê kir ku her çi qas Mihemed Şiya Sûdanî serokwezîrekî baş e lê ji ber hegemonyaya komên çekdar "sifir desthilata" wî heye.
Barrack li ser rewşa Sûriyeyê jî da zanîn ku hikûmeta niha ya Sûriyeyê hevkar e û ew welat "nêzîk e" li gel Îsraîlê bigihêje rêkeftinekê.
Tom Barrack tekez jî kir ku Amerîka êdî li herêmê ne li pey "guhertina rejîmê" ye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse