Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Gideon Saar li ser êrişên artêşa Sûriyeyê yên li dijî taxên Kurdan ên Helebê hişyarî da û got, "Cîhan deyndarê Kurdan e."
Artêşa Sûriyeyê û komên çekdar bi dijwarî êrişî taxên Kurdan ên Helebê dikin û rewşa mirovî ya li herêmê her ku diçe xirabtir dibe.
Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Gideon Saar li ser hesabê xwe yê medyaya civakî derbarê mijarê de daxuyaniyek belav kir û êrişên li Kurdan şermezar kirin.
"Êriş giran û metirsîdar in"
Saar diyar kir ku ew ji rewşa li Helebê bi fikar in û got:
"Êrişên hêzên rejîma Sûriyeyê yên li dijî kêmîneya Kurd a li bajarê Helebê giran û metirsîdar in."
"Deyndarê şerefê ne"
Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê bi bîr anî ku Kurdan şerekî mezin li dijî DAIŞê kiriye û wiha pê de çû:
"Civaka navneteweyî bi giştî û Rojava bi taybetî, deyndarê şerefê ne ji bo Kurdên ku bi wêrekî û serkeftî li dijî DAIŞê şer kir."
"Li dijî sozên Sûriyeya nû ye"
Gideon Saar bal kişand ser zextên li ser pêkhateyan û anî zimên:
"Zextên sîstematîk û kujer ên li ser kêmîneyên curbicur ên Sûriyeyê li dijî sozên 'Sûriyeya nû' ne.
Bêdengiya civaka navneteweyî dê bibe sedema zêdebûna tundiya rejîma Sûriyeyê."
Attacks by the Syrian regime's forces against the Kurdish minority in the city of Aleppo - are grave and dangerous.
— Gideon Sa'ar | גדעון סער (@gidonsaar) January 8, 2026
The international community in general, and the West in particular, owes a debt of honor to the Kurds who fought bravely and successfully against ISIS.
Systematic…
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse