Li Qudisê 4 kes hatin kuştin

08-09-2025
Nîşan Qudis Kuştin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Xaçerêya Ramotê ya li ber deriyê Qudisa Rojhilat 4 kes hatin kuştin.

Hat ragihandin ku di êrişeke bi çekan a li Xaçerêya Ramotê ya li ber deriyê Qudisa Rojhilat de 4 kes hatine kuştin.

Medyaya Îsraîlê ragihand ku di êrişê de 4 kes hatine kuştin û 15 kes jî birîndar bûne.

Polîsê Îsraîlê di daxuyaniyekê de diyar kir ku 2 êrişkar hatine kuştin.

Hat destnîşankirin ku rêyên ber bi cihê bûyerê ve hatine girtin û hêzên zêde çûne herêmê.

Servîsa Alîkariya Lezgîn a Îsraîlê Stêrka Sor a Dawid di daxuyaniyekê de ragihand ku rewşa 5 birîndaran giran e.

Hat diyarkirin ku birîndar veguhastine nexweşxaneyên derdorê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst