Mihemed bin Selman û Ebas Eraqçî li hev civiyan

09-07-2025
Nîşan Mihemed bin Selman Ebas Eraqçî Erebistana Siûdî Îran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şehzadeyê Erebistana Siûdî Mihemed bin Selman li Cideyê bi Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî re civiya.

Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Erebistana Siûdî (SPA), di civînê de pêwendiyên dualî û rûdanên dawî yên li herêmê hatine gotûbêjkirin û hewlên ji bo bihêzkirina aramiyê hatine nirxandin.

Mihemed bin Selman aniye zimên ku welatê wî ji bo çareserkirina nakokiyan piştgiriyê dide diyalog û rêyên dîplomatîk.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî jî ji ber ku “êrişên Îsraîlê yên li ser Îranê şermezar kirine” spasiya Erebistana Siûdî kiriye.

Hêjayî gotinê ye ku pêwendiyên Erebistana Siûdî û Îranê piştî demeke aloz ber bi başbûnê ve diçin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst