Ruhanî: Bila Tirkiye helwesta xwe biguherîne

09-10-2019
RÛDAW
Nîşan Çarenivîsa Rojava Suriye Hesen Ruhanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokomarê Îranê Hesen Ruhanî ji hikûmeta Sûriyê û Rêveberiya Xweser daxwaz kir ku berî Tirkiyê êrişî rojhilatê Feratê bike, bila hêzên artêşa Sûrî li ser xeta sînor bêne bicihkirin.

Serokomarê Îranê Hesen Ruhanî li Tehranê piştî civîna encûmena wezîran derbarê êrişa pêşbînîkirî ya Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê de daxuyanî da û got ku ew metirsiyên Tirkê fêm dikin, lê pêwîst e ku ji bo ew metirsî ji holê rabin “rêyeke rast” were hilbijartin.

Hesen Ruhanî got: “Hikûmeta Tirkiyê têkildarî sînorê xwe yên dikeve başûr metirsiyên ewlehiyê heye û di van metirsiyên xwe de mafdar e. Divê metirsiya Tirkiyê were çareserkirin. Ji bo vê jî pêwîst e rêya rast were hilbijartin.”

Ruhanî dibêje ku ji bo aramiya navçeyê rêya baştirîn ew e ku Amerîka ji herêmê vekişe û hêzên ser bi hikûmeta Sûriyê li wan deveran bê bicihkirin.

Serokomarê Îranê daxwaze ji berpirsên Tirkiyê dike ku pêdeçûneke nû di helwesta ya li hemberî Sûriyê bikin, çimkî ew helwesta wê ya niha ne di berjewendiyên Sûriye, Tirkiye û herêmê de ye.

Hesen Ruhanî herwiha banga hêzên Kurdî dike ku rê ji hêzên Sûriyê were vekirin û piştevaniya wan bike.

Ruhanî amaje bi wê yekê kir ku niha pirsgirêka sereke ne li bakurê Sûriyê û rojhilatê Firatê ye, lê pirsgirêka sereke li Idlibê ye ku hejmareke zêde ya terorîstan li wê herêmê heye û divê Tirkiyê jî di vê mijarê de baldartir be ku zerar negiheje welatên navçeyê jî.

Ev yek di demekê de ye, ku Tirkiyê xwe ji êrîşa bo ser Rojavayê Kurdistanê re amade kiriye û bi hezaran çekdarên opozisyona Sûrî ji herêmên weke Idlib û Ezazê bo êrîşa navborî anîne ser sînorê Rojavayê Kurdistanê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst