Hûsî: Me bi mûşekeke balîstîk êrişî balafirgeha Îsraîlê kir

10-07-2025
Nîşan Hûsî Yemen Mûşekên Balîstîk Êriş Îsraîl
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hûsiyên Yemenê ragihand, wan bi mûşekeke balîstîk bi awayekî "serkeftî" Balafirgeha Navneteweyî ya Ben Gurionê ya li Tel Evîva paytexta Îsraîlê kiriye armanc.

Berdevkê Leşkerî yê Hûsiyan Yehya Serî di daxuyaniyekê de got, "Balafirgeha Lod (Ben Gurion) a li herêma Yafayê (Tel Evîv) ya dagirkirî bi mûşeka balîstîk a ji cureyê Zulfîqarê hat armanckirin."

Yahya Serî da zanîn ku operasyon "bi awayekî serkeftî pêk hatiye û bûye sedem ku bi milyonan Siyonîst birevin stargehan û geştên asmanî rawestin."

“Operasyonên me yên piştgiriyê dê berdewam bikin”

Berdevkê Hûsiyan bal kişand ser wê yekê ku ev êriş "bersivek e ji bo tawanên komkujiyên ku artêşa Îsraîlê li Xezeyê li hemberî Filistîniyan dike" û got:

"Heta êrişên li ser Xezeyê bên rawestandin û dorpêç bê rakirin, operasyonên me yên piştgiriyê dê berdewam bikin."

Ji aliyê din ve, Artêşa Îsraîlê di daxuyaniyekê de ragihand ku ji ber mûşeka ku Hûsiyan ji Yemenê avêtiye, li çend deveran zengilên hişyariyê lê daye.

Di daxuyaniya artêşa Îsraîlê de hat gotin ku zengilên hişyariyê li gorî protokolê lê daye û mûşek ji aliyê pergala parastina asmanî ve hatiye têkşikandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst