Îsraîlê li Yemenê da: 9 kes hatin kuştin û 118 kes birîndar bûn

10-09-2025
RÛDAW
Nîşan Yemen Îsraîl
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Hûsiyên Yemenê ragihand ku ji ber bombebarana îro ya artêşa Îsraîlê ya li Sana û herêma Cewfê 9 kes hatine kuştin.

Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Hûsiyên Yemenê Enîs Subhî derbarê bombebarana îro ya artêşa Îsraîlê ya li Yemenê li ser platforma Xê ragihand ku hejmara kuştiyan gihiştiye 9 kesan û 118 kes jî birîndar bûne.

Enîs Subhî her wiha diyar kir ku hejmarek welatiyên din jî winda ne û tîm li wan digerin.

Li gorî Hûsiyên Yemenê, bombebaranên Îsraîlê navenda medyayî ya koma wan û baregeheke wan a leşkerî ya li herêma Cewfê kirine armanc.

Berdevkê Leşkerî yê Hûsiyan Yehya Serî ragihand ku rojnamegerên rojnameyên "26ê Îlonê" û "El-Yemen" di nav kuştiyan de ne.

Meha borî Serokwezîrê hikûmeta Hûsiyên Yemenê Ehmed Xalib Nasir Rehawî 9 wezîr û du berpirsên kabîneyê hatibûn kuştin.

Roja yekşemê droneke Yemenê li başûrê Îsraîlê Balafirgeha Ramonê kiribû armanc û di encamê de kesek birîndar bûbû.

Ji dema ku şerê Xezeyê Çiriya Pêşîn a 2023yan dest pê kiriye ve Hûsiyan gelek caran bi dron û mûşekan êrişî Îsraîlê kiriye.

Îsraîlê di bersivê de gelek caran êrişî Yemenê û di serî de binesaziyên wekî bender, stasyonên karebayê û Balafirgeha Navneteweyî ya Sanayê kirine armanc.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst