Hemas: Dibe ku roja duşemê pevguhertîna dîlan dest pê bike

10-10-2025
Nîşan Hemas Îsraîl Pevguhertîna Dîlan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hemasê ragihand ku dibe ku pêvajoya guhertina dîlan a di navbera wan û Îsraîlê de roja duşemê dest pê bike.

Endamê Polîtburoya Hemasê Mûsa Ebû Merzûq di bernameyeke televizyonê de got:

"Bi îhtimaleke mezin dê kar û barên guhertina dîlan roja duşemê dest pê bikin."

Ebû Merzûq diyar kir ku Hemasê helwesteke wisa nîşan daye ku di dema radestkirina dîlan de merasîmeke leşkerî yan jî pîrozbahî neyê kirin.

Ebû Merzûq anî ziman ku artêşa Îsraîlê li gel agirbestê heta sînorê ku wekî "xeta zer" tê zanîn vekişiyaye û diyar kir ku artêş kontrola xwe ya li ser nêzîkî ji sedî 53yê Xezeyê didomîne û berdewam kir:

"Sînorên vekişînê yên ku Îsraîlê diyar kirine ne rast in û ne jî plankirî ne. Bi awayekî tesadufî hatine diyarkirin.

Em dê ti carî qebûl nekin ku dagirkerî çeperên xwe yên heyî biparêze."

Ebû Merzûq her wiha da zanîn ku leşkerên Amerîkayê ji bo çavdêriya pêkanîna agirbestê hatine û ev leşker dê ne li nav Xezeyê, li aliyê Îsraîlê bi cih bibin û wiha nirxand:

"Dema bê dê bibe pêvajoyeke ku tê de projeyeke niştimanî û hebûna hêzeke aştîparêz li Xeze û Şerîeya Rojava bê nîqaşkirin."

“Me ji bo berjewendiyên gelê xwe qebûl kir”

Berpirsê Hemasê, birêvebiriya Filistînê vexwend "civîneke berfireh a ji bo pêkanîna lihevkirineke niştimanî” û biland:

"Lihevkirineke niştimanî ya berfireh, yekane rêya derketina ji krîza ku doza Filistînê tê de derbas dibe ye.

Me plana Trump û agirbest ji bo parastina berjewendiyên gelê xwe qebûl kir.

Hemas dê bi tena serê xwe biryarên li ser çarenivîsa gelê Filistînê nede."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst