Di bin siya bûyerên Helebê de pêvjoya çareseriyê

3 demjimêr berê
Ferdî Sak
Nîşan Pêvajoya Çareseriyê Tirkiye Heleb
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bûyerên li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê yên Helebê û dîmenên "hovîtiyê" yên ku hatin belavkirin, bandorê li nîqaşên pêvajoya çareseriyê yên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê dikin.

Dîmenên avêtina termê şervaneke jin a Kurd ji avahiyeke li taxa Şêx Meqsûdê ji aliyê çekdaran ve û miameleya xirab a li hemberî Kurdan, bû sedema nerazîbûnan.

Belavbûna dîmenên tundiyê yên li taxên Kurdan ên Helebê, di raya giştî ya Bakurê Kurdistanê de deng veda.

Bi taybetî piştevaniya hikûmeta Tirkiyeyê ya ji bo wan komên çekdar, dilgiraniya derbarê "pêvajoya çareseriyê" de zêde kirine.

Parlamenterê DEM Partiyê Sînan Çîftyurek rûdanên li Helebê û bandora wan a li ser siyaseta navxweyî ji Rûdawê re nirxandin.

“Wêneyê hovîtiyê parve dikin”

Sînan Çîftyurek diyar kir ku tiştên li Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê hatine kirin eşkere ne û got:

“Vê yekê wekî pesnekî bi raya giştî re parve dikin. Wêneyê hovîtiyê parve dikin. Gelê me û siyaseta Kurd vê yekê qebûl nake.

Îro gelê Kurd bi zor û zordarî koçber kirin lê ev siyaset bi ser nakeve.

Wekî diyar e dibêjin Artêşa Sûriyeyê vê yekê dike lê em baş dizanin ev siyaseta operasyonê ya li dijî taxên Kurdan a li Helebê biryara Tirkiyeyê ye.”

Çîftyûrek destnîşan kir ku armanca Tirkiyeyê ew e ku bandora siyaseta Rojavayê Kurdistanê li rojavayê Feratê nehêle û paşê jî statuya Rêveberiya Xweser a li rojhilatê Feratê tune bike.

Erbakan: Em nahêlin Sûriye parçe bibe

Li aliyê din, Serokê Partiya Refaha Nû Fatîh Erbakan piştgirî da polîtîkaya Tirkiyeyê ya li Sûriyeyê û got:

"Armanca me ew e, em rê li ber hinek aliyan bigirin ên ku ji aliyê Amerîka û Îsraîlê ve hatine perwerdekirin û çekdarkirin da ku nebin sedema dabeşkirina Sûriyeyê.

Parastina yekparçeyiya axa Sûriyeyê hestiyariya me ya sereke ye."

AK Partî: Em li bendê namînin

Rayedarên partiya desthilat jî her çi qasî behsa serxistina pêvajoyê bikin jî zimanê gefê bi kar tînin.

Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê Ahmet Buyukgumuş got:

“Em êdî li bendê namînin ku gefa terorê were ber deriyê me.

Li ku derê gefek li hemberî Tirkiyeyê hebe em dê wê li çavakaniya wê ji nav bibin.”

Xebatên komîsyonê didomin

Di bin siya van rûdanan de, tîma nivîsîna rapora hevbeş a Komîsyona Parlamentoyê roja Sêşemê dicive.

Alîkarê Serokê MHPyê Fetî Yildiz jî ragihand ku dê di demeke nêzîk de reşnivîsên derbarê gavên yasayî yên pêvajoya çareseriyê de pêşkêşî Serokatiya Parlamentoyê bên kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst