Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler ragihand ku Tirkiye piştgiriyê dide operasyona Artêşa Ereban a Sûiyeyê ya li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê yên Kurdan.
Yaşar Guler got,"Hikûmeta Sûriyeyê ji bo dabînkirina aramiya giştî û ewlehiya canê hevwelatiyên xwe, li Helebê li dijî çalakiyên terorîstî operasyoneke têkoşîna li dijî terorê daye destpêkirin.
Ev operasyona ku hemû komên terorîst dike hedef, ji aliyê me ve jî bi kêfxweşî hate pêşwazîkirin."
Yaşar Guler û Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan, li Enqereyê li gel Wezîrê Karên Derve yê Endonezyayê Sugiono û Wezîrê Parastinê yê wî welatî Sjafrie Sjamsoeddin civiyan.
Piştî civîna hevbeş a wezîrên her du welatan, konferanseke rojnamegeriyê ya hevbeş hat lidarxistin.
Guler diyar kir ku wan hevdîtineke berhemdar pêk aniye û pêwendiyên Tirkiye û Endonezyayê yên li ser bingeha dîrokî û çandî kûrtir dibin.
Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê bal kişand ser rewşa Sûriyeyê û got:
"Em bipêşketinên dawî yên li Sûriyeyê ji nêz ve dişopînin. Hikûmeta Sûriyeyê ya ku li gorî prensîba wekheviyê bi hemû pêkhateyên etnîkî re tevdigere, ji bo parastina xelkê xwe li Helebê dest bi operasyonê kiriye.
Ez dixwazim careke din bêjim ku em ewlehiya Sûriyeyê wekî ewlehiya xwe dibînin.
Di çarçoveya prensîba 'yek dewlet, yek artêş' de, em li ser bingeha yekîtî û yekparçeyiya axa Sûriyeyê piştgiriyê didin têkoşîna wê ya li dijî rêxistinên terorê."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse