Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê CHPyê yê Amedê Sezgîn Tanrikulu li ser êrişên li taxên Kurdan ên Helebê bertek nîşan da û got, “Li Helebê sûcê li dijî mirovahiyê tê kirin, hûn nikarin bêdeng bimînin.”
Sezgîn Tanrikulu li Parlamentoya Tirkiyeyê axivî û bal kişand ser rewşa taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê yên Helebê.
Tanrikulu diyar kir ku bûyerên li taxên Kurdan ên Helebê hestên hevpar ên welatiyên li Tirkiyeyê birîndar dikin û nabe ku ev wekî "nûçeyeke asayî ya siyaseta derve" were dîtin.
"Dema Heleb tê valakirin dilê xelkê Konya û Îzmîrê diêşe"
Parlamenterê CHPyê destnîşan kir ku sînor ne tenê xetên li ser kaxezan in û êşa li Helebê li bajarên Tirkiyeyê tê hîskirin:
“Dema li Helebê taxek tê valakirin, ne tenê ew der vala dibe; dilê mirovan vala dibe.
Li Cihanbeyli, Kulu û Konyayê hundirê mirovan diêşe. Li Çigli û Karabaglarê heman hest hene.
Li Sultanbeyli, Bagcilar û Esenyurtê heman hest têne jiyîn. Ev ne mijareke asayî ya siyaseta derve ye ku li wê dema sînor diqewime.”
"Çima hûn li raporan nanêrin?"
Tanrikulu bi bîr anî ku di dema borî de raporên li ser binpêkirinên mafên mirovan ên li Sûriyeyê dihatin şopandin lê niha tên piştguhkirin:
“Vê parlamentoyê ji sala 2011an ve dema li binpêkirinên giran ên li Sûriyeyê dinêrî, li raporên Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) dinêrî.
Baş e, ma hûn niha çima nanêrin? Werin em li wan raporan binêrin; ka li Helebê kîjan sûcên li dijî mirovahiyê tên kirin, em bi hev re bibînin.”
Bersiva ji bo daxuyaniya Kobaniyê ya Omer Çelîk
Sezgîn Tanrikulu daxuyaniyên Berdevkê AK Partiyê Omer Çelik ên derbarê pêvajoya Kobaniyê de ku gotibû "Obama geriya, me derî vekirin" wekî "îtiraf" pênase kirin û ev pirs kirin:
“Doh birêz Omer Çelik got, 'Dema dihate gotin Kobanî li ber ketinê ye, Obama li Serokkomarê me geriya, piştî vê axaftina telefonê me derî vekirin.'
Tam jî mesele ev e. Ma dema Obama geriya derî hatin vekirin? Nexwe dema li Kobaniyê sûcên li dijî mirovahiyê dihatin kirin, çima ew derî berê nehatin vekirin?”
"Hûn Kurdan wekî birayên zir dibînin"
Tanrikulu nêzîkatiya hikûmetê ya li hemberî mijara Kurd wekî “cudakarî” binav kir û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir:
“Hûn welatiyên me yên li wir, birayên wan û Kurdan wekî birayên wekhev û rastîn nabînin. Hûn wan wekî birayên zir dibînin.
Ji ber vê yekê ew derî di dema xwe de nehatin vekirin û ji ber vê yekê hûn îro jî piştgiriyê didin van polîtîkayan.
Hûn nikarin li hemberî sûcên li dijî mirovahiyê yên li Helebê bêdeng bimînin, hûn nikarin vê yekê bipejirînin!”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse