Bahozê li Xezeyê xist, gelek mirî hene

14 demjimêr berê
Nîşan Xeze Bahoz Mirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Xezeyê hejmara kesên ku ji ber bahozê mirine derket 14an.

Wezareta Karên Navxwe ya li Xezeyê ragihand ku ji ber bahoza ku ji 10ê Kanûna Pêşîn ve bandorê dike, hejmara miriyan derketiye 14an.

Di daxuyaniya Wezaretê de hat diyarkirin, ji ber barana gur û bahozê ew xaniyên ku di êrişên Îsraîlê de ziyan dîtibû rûxiyane û ji ber vê yekê hejmara miriyan zêde bûye.

Hat destnîşankirin ku hejmara miriyan gihiştiye 14an.

Li gorî amarên Wezareta Tenduristiyê ya li Xezeyê, 3 ji miriyan zarok in.

Xaniyên ziyandîtî dibin goristan

Hewaya sar, barana gur û bahoza Byronê êşa Filistîniyên ku di nav tunebûnê de li kon û çadiran têkoşîna jiyanê didin zêdetir dike.

Filistînî neçar dimînin ku li şûna konên ku ba wan difirîne û di bin avê de dimînin, di xaniyên ku beşeke wan ziyan dîtiye de bijîn.

Ew avahiyên ku di êrişên Îsraîlê de ziyan dîtiye ji ber bahozê hildiweşin û dibin gora xwediyên xwe.

Di daxuyaniya berê ya rayedarên Xezeyê de hatibû ragihandin ku ji ber bahoz û hilweşîna xaniyan 13 kes mirine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst