Li Xezeyê mirinên ji ber birçîbûnê zêde dibin

21-07-2025
RÛDAW
Nîşan Xeze Birçîbûn Mirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ya li Xezeyê ragihand ku li bajêr di nava 24 saetên dawî de ji ber birçîbûnê 19 kesan canê xwe ji dest daye.

Rêveberê Giştî yê Wezareta Tenduristiyê Munîr el Berş di daxuyaniya xwe de derbarê rewşa dawî ya li Xezeyê ku karesateke mirovî lê rû dide, agahî dan.

Munîr el Berş diyar kir ku di nava 24 saetên dawî de 19 kes ji ber birçîbûnê mirine û hişyarî da ku dibe mirinên ji ber birçîbûnê zêde bibin.

Wî her wiha anî ziman ku di rojekê de ji ber gulereşandina leşkerên Îsraîlê ya li navendên belavkirina alîkariyê 95 kesan canê xwe ji dest daye.

Êrişên Îsraîlê yên li ser Xezeyê

Artêşa Îsraîlê, piştî agirbesta ku 19ê Çileya Paşîn li Xezeyê pêk hatibû, sibeha 18ê Adarê careke din dest bi êrişên xwe kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst