Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump û Şehzadeyê Welîehd ê Erebistana Siûdî Mihemed bin Selman peymaneke aboriyê ya stratejîk îmze kir.
Koşka Spî li ser serdana Serokê Amerîkayê Donald Trump a Erebistana Siûdî daxuyaniyek belav kir.
Erebistana Siûdî amadekariyên xwe ji bo veberhênaneke 600 milyar dolarî ya li Amerîkayê kirine ku di nav de peymana herî mezin a parastinê ya bi Amerîkayê re ya bi qasî 142 milyar dolaran jî heye.
Di serdana Trump ji bo Rojhilata Navîn de welatê yekem Erebistana Siûdî bû ku li wir peymanên hevkariyê yên di warên enerjî, maden û parastinê de hatin îmzekirin.
Di vê serdanê de, armanca sereke ya Trump bêhtir peymanên veberhênanê yên bi milyaran dolaran bû.
“Em bi rastî ji hev gelekî hez dikin”
Trump di hevdîtina xwe ya bi Mihemed bin Selman re de got:
“Bi ya min em her du bi rastî ji hev gelekî hez dikin.”
Du çavkaniyên ji hevdîtinê agahdar, diyar kir ku her du serkirdeyan her wiha kirîna balafirên şer ên F-35 ên Lockheedê ji aliyê Erebistana Siûdî ve jî nîqaş kiriye.
Çavkaniyekî da zanîn, ji ber ku balafirên şer ên F-35 ji aliyê Îsraîlê ve jî tên bikaranîn ku hevpeymanekî nêzîk ê Amerîkayê ye, ne zelal e ku dê Amerîka vê firotinê erê bike an na.
Trump bi balafira xwe ya fermî Air Force Oneyê daket Riyadê û dest bi serdana xwe ya fermî kir.
Kesayetên navdar ên bazirganiya Amerîkayê ku di nav wan de Elon Musk jî hebû di vê serdanê de bi wî re bûn.
Trump piştî Riyadê ku mêvandariya forumeke veberhênanê ya di navbera Siûdiyê û Amerîkayê de dike, dê sibê here Qeterê û pêncşemê jî dê li Îmarata Erebî be.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse