Balyozê Amerîkayê: Ji ber êrişa Îranê ziyan gihîşt balyozxaneya Tel Evîvê

16-06-2025
RÛDAW
Nîşan Îran Îsraîl Amerîka Bolyozxane Tel Evîv Mike Huckabee Mûşel
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Balyozê Amerîkayê yê Îsraîlê Mike Huckabee ragihand ku avahiya balyozxaneya wan a li Tel Evîvê ji ber êrişeke mûşekî ya Îranê ziyan dîtiye lê ti ziyanên canî çênebûne.

Vê sibehê piştî ku Îsraîlê êriş bir ser armancên leşkerî yên di kûrahiya axa Îranê de, Supaya Pasdaran hejmareke zêde mûşek avêtin bajarên Îsraîlê.

Dîmen avahiyên wêrankirî li bajarê beravî yê Tel Evîvê nîşan didin.

Balyozê Amerîkayê yê Îsraîlê Mike Huckabee li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek belav kir û got:

"Ji ber ketina mûşekên Îranê li nêzîkî beşê balyozxaneya me ya li Tel Evîvê, hinek ziyanên kêm çêbûne, lê ti ziyan negihiştiye karmendên me yên Amerîkî."

Huckabee her wiha got ku balyozxaneya Amerîka ya li Quds/Orşelîmê dê roja Duşemê girtî bimîne, çimkî fermana "mana li stargehan" hîn jî di meriyetê de ye.

Piştî bi dehên salan ji dijminatî û şerê bi wekalet, êrişa Îsraîlê ya 13ê Hezîranê li hemberî Îranê, şerê herî tund gur kir û metirsiya aloziyeke demdirêj çêkiriye ku dibe ku tevahiya Rojhilata Navîn bigire ber xwe.

Îsraîl dibêje ku êrişên wê baregehên leşkerî û atomî kirine armanc û bûne sedema kuştina hejmareke zêde ji fermandarên pilebilind û zanyarên atomî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst