Îran: Em bawer dikin ku cîranên me dê nehêlin Amerîka ji axa wan êrişî me bike

18-06-2025
RÛDAW
Nîşan Îran Îsraîl Amerîka Îsmaîl Beqayî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Îranê Îsmaîl Beqayî got ku welatê wî ketiye ber êrişa desthilateke "komkuj" û ew "bi hemû hêza xwe" parastina xwe dike.

Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Îranê Îsmaîl Beqayî ji medyaya Erebî re ragihand ku niha welatê wî tenê bala xwe dide ser armancgirtina Îsraîlê.

Beqayî her wiha amaje pê kir ku baweriya wî bi cîranên xwe heye ku rê nedin ku Amerîka axa wan ji bo êrişkirina ser Îranê bi kar bîne.

Beqayî got, "Niha bala me li ser parastina xwe ya li dijî êrişên Îsraîlê ye.

Di bersivdana van êrişan de jî em gelek bi hişyarî û berpirsiyarî tevgeriyane."

Berdevk her wiha behs kir ku, li ser vî esasî artêşa welatê wî, baregehên serbazî û navendên ewlehiyê yên Îsraîlê kirine armanc.

Beqayî got, "Pêwendiyên me yên gelek baş bi welatên Ereb re hene, ew jî baş agahdar in ku Îsraîlê hewl daye hêzên din bikişîne nav şer.

Em piştrast in ku ew welatên Ereb ên ku mazûvaniya baregehên Amerîkayê dikin, rê nadin ku axa wan li dijî cîranên xwe yên Misilman bê bikaranîn."

Beqayî da zanîn ku, li gorî yasaya navneteweyî, mafê yasayî yê ti welatî nîne ku rê bide aliyekî sêyem ku axa wî li dijî welatekî din bi kar bîne û wiha pê de çû:

"Ez bawer im ku ew têgihiştina hevbeş a di navbera Îran û welatên me yên cîran de, rê nade ku ti aliyê sêyem axa wan bi xerabî bi kar bîne."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst