Îran: Êrişa Amerîkayê ya li navendên atomî destdirêjiyeke hovane ye

22-06-2025
RÛDAW
Nîşan Îran Amerîka Îsraîl
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Karên Derve ya Îranê di daxuyaniyekê de bi tundî êrişa Amerîkayê ya li ser navendên wê yên atomî şermezar dike got, ew êriş "binpêkirineke eşkere ya qanûnên navneteweyî ye."

Wezaretê her wiha Hikûmeta Amerîkayê wekî "şerxwaz û qanûnnasnekir" û sedem û berpirsyarê encamên mezin û xeternak ên vî "sûcî" bi nav kir.

Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihandibû ku wan êrişî santralên nukleerî yên bi navê Fordo, Netenz û Îsfehanê kirine.

Wezareta Karên Derve ya Îranê li ser êrişên Amerîkayê yên li tesîsên nukleerî yên Îranê daxuyaniyek belav kir.

Wezareta Karên Derve ya Îranê got:

"Destdirêjiya leşkerî ya Amerîkayê li dijî yekparçeyiya axê û serweriya neteweyî ya welatekî endamê Neteweyên Yekbûyî ku bi hevahengî û hevkariya sûcdarane ya rejîma siyonîst a komkuj hatiye kirin, careke din lûtkeya xerabî û qirêjiya siyaseta Amerîkayê û kûrahiya dijminatî û kîna desthilatdarên wî welatî ya li hemberî gelê aştîxwaz û serbixwaz ê Îrana Îslamî nîşan da."

Wezareta Karên Derve ya Îranê tekez kir ku, "Komara Îslamî ya Îranê wekî mafê xwe dibîne ku bi hemû hêza xwe rûbirûyî destdirêjiya leşkerî ya Amerîkayê û wan sûcên ku ji aliyê vê rejîma serhildêr ve tên kirin bibe û parastina ewlehî û berjewendiyên xwe yên neteweyî bike."

Êrişa Amerîkayê di berbanga 10emîn roja êrişên Îsraîlê yên li ser Îranê de hat kirin.

Wezaretê got, "Vê yekê hevkariya sûcdarane ya Amerîkayê ya bi rejîma siyonîst re di plankirin û êrişa leşkerî ya li ser Îranê de ji her kesî re eşkere kir."

Li gorî daxuyaniyê, êrişa Amerîkayê ya li ser navendên atomî yên Îranê, "ne tenê binpêkirineke eşkere û bêhempa ya Peymana Neteweyên Yekbûyî ye, bi taybetî prensîba qedexekirina bikaranîna hêzê û rêzgirtina li yekparçeyiya axê û serweriya neteweyî ya welatan (benda 4 a madeya 2), lê belê di heman demê de binpêkirina biryarnameya 2231 a Konseya Ewlehiyê û derbeyeke kujer e li pêşîlêgirtina belavbûna çekên atomî."

Îranê bangê Neteweyên Yekbûyî, Konseya Ewlehiyê, Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî, Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê (IAEA) û aliyên din ên navneteweyî yên pêwendîdar kir ku "pêngavên lezgîn" li hemberî vê "bêqanûniya sûcdarane" biavêjin.

Îranê her wiha hişyarî da ku "bêdengiya li hemberî vê destdirêjiya eşkere, dê cîhanê bixe ber metirsiyeke bêhempa û berfireh."

Wezareta Karên Derve ya Îranê daxwaz ji Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî kir ku civîneke awarte li dar bixe, "û li gel şermezarkirina sûcê destdirêjiya Amerîkayê ya li ser Îranê, wî welatî ji ber binpêkirina eşkere ya prensîb û qanûnên navneteweyî, bixe bin berpirsyariyê."

Ew wezaret daxwaz ji Konseya Birêvebiran a Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê dike ku civîneke lezgîn saz bike, "û berpirsyariya xwe ya yasayî li hemberî destdirêjiya xeternak a Amerîkayê ya li ser navendên atomî yên aştîxwaz ên Îranê bi cih bîne ku hemû di bin çavdêriya hûr a ajansê û peymana parastinê de bûn."

Di dawiya daxuyaniyê de, Wezareta Karên Derve ya Îranê wiha got:

"Divê cîhan ji bîr neke ku Amerîka bû ku di nava pêvajoyeke dîplomatîk de, xiyanet li dîplomasiyê kir û piştgirî da kiryarên destdirêjker ên rejîma komkuj û yasanenas a Îsraîlê û niha jî ji bo temamkirina yasanenas û sûcên rejîma siyonîst, şerekî xeternak li dijî Îranê dest pê kiriye."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst