Piştî gefên Îsraîl û Amerîkayê, Îranê gav paşde avêt

19-10-2021
RÛDAW
Nîşan Îran Rêkeftina Atomî ya Îranê Amerîka Îsraîl
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî gefên Amerîla û Îsraîlê yên derbarê bernameya atomî ya Îranê û danûstandinên derbarê rêkeftina atomî ya Îranê de, Wezareta Derve ya Îranê ragihand, di çend rojên bê de li Bruksela paytexta Belcîkayê, gotûbêjên zindîkirina Rêkeftina Etomî destpê dikin.

Seîd Xetîbzade, Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê dibêje, gotûbêjên heftiya bihorî, di navbera Cîgirê Berpirsê Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê û Cîgirê Wezîrê Derve yê Îranê de, berhemdar bûn, ku tê de rêkeftin, dest bi gotûbêjan bikin.

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê dibêje, wan ti pêşmercek ji bo vegera Amerîkyê bo gotûbêjan nedaniye.

Seîd Xetîbzade diyar kir, “Armanca me ya sereke ew e ku em ji wê yekê piştrast bin ku hemû siza têne hilweşandin û garantî bi me bê dan, da ku ti kesê din li Waşintonê careke din nikaribe ligel cîhanê bilîze, û henekan bike. Ev encam tenê bi rêya gotûbêjên kirdeyî bicih tê.”

Razîbûna Îranê ji bo destpêkirina gotûbêjên mijara etomî, di demekê de ne, ku heftiya bûrî, Israîl û Amerîkayê ragihand, eger berpirsên Tehranê bi niyazpakî venegerin nav gotûbêjan, ew amade ne planeke din bikar bînin.

Yair Lapid, Wezîrê Derve yê Îsraîlê dibêje, “Eger rêjîmeke terorîst bixwaze çekên etomî bidest bîne, êdî pêwîst e em gavan bavêjin û ronî bikin, ku cîhana xwedî şaristanî rê pê nade. Eger Îranî bawer nekin ku cîhan li ser rawestandina wan rijd e, êdî hewla dirustkirina bombeyê didin. Mafê Israîlê heye ku di her demekê de û bi her şêwazekî be, gavan bavêje. Ew ne ku tenê mafê me ye, lê belê berpirsiya me ye jî.”

Hezîrana îsal, piştî şeş gerên danûstandinan, civînên zindîkirina Rêkeftina Atomî ya Îranê li Viyennayê gihiştin rêyeke girtî, û Îran meydandina Uraniyumê ji bo bilindtirîn ast di dîroka xwe de bilind kiriye, ku bi gotina Ajansa Navdewletî ya Enerjiya Atomî, ji diristkirina bobmeya atomî nêzîk bûye.

Piştî ku gefên Amerîka û Îsraîlê tund bûn û behsa hebûna bijardeyên din ji bo çareserkirina pirsa bernameya atomî ya Îranê kirin, Yekêtiya Ewropa kete di nav tevgereke bilez de ji bo razîkirina Îranê ku vegere ser maseya danûstandinên Viyennayê.

Îranê di civîna li gel Şandiyê Yekîtiya Ewropa de soza destpêkirina wan gotûbêjan da ji bo zindêkirina rêkeftina atomî, lê piştre Wezîrê Derve yê Îranê di civîna parlamentoyê de heman mercên berê dubare kirin.

Wezareta Derve ya Îranê jî ragihand, divê ew piştrast bibin ku hemû dorpêç wê li ser Îranê bihên rakirin.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst