Erdogan: Îranê xiyanet li me kir

22-10-2019
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Erdogan Îran Çarenivîsa Rojava
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokomarê Tirkiyê, Recep Tayyip Erdogan dilgiraniya xwe li hember daxuyaniyên wê dawiyê yên Îranê yên derbarê êrîşa Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê nîşan da û got, “li derdora Ruhanî hin dengên cuda derdikevin, ez vana bi ciddî şermezar dikim, di pêvajoyeke wisa de nabe mirov xiyanetê li hevdu bike.”

Recep Tayyip Erdogan di konferanseke rojnamevanî de li Balafirgeha Esen Boga ya Enqerê û berî ku serdana Soçî bike, diyar kir, ew dê îro li Soçî bi Serokê Rûsyayê Vladimir Putin re rewşa Sûriyê gotûbêj bike û got, Tirkiye û Rûsya di têkoşîna dijî terorê de hemfikir in û ew dixwazin hevkariya ligel Rûsyayê zêde bikin.

Erdogan da zanîn, ew û Putin dê li Soçiyê pêngavên li Sûriyê bên avêtin, gotûbêj bikin.

Di berdewamiya axavtina xwe de, Erdogan rexne li helwêsta Serokê Fransayê Emmanuel Macron jî girt û da xuyakirin, “Macron zêdetir gotûbêjê ligel terorîstan dike (wek amaje bi rayedarên HSD) û pêşniyarên ku terorîst didin wî, dixwaze bi awayekê ne rastetast bide me”. Erdogan tekez kir, muxatebê Tirkiyê ne Fransa ye û ew bi Amerîkayê re rewşa Sûriyê gotûbêjan dikin.

Erdogan di bersiva pirsekê de li ser helwêsta Îranê li hember êrîşa Tirkiyê ya li ser bakurê Sûriyê, dilgiraniya xwe anî ziman û got: “Daxuyaniyên Îranê cihê dilgiraniyê ne, helwesta min a derbarê mûşekên etomî yên Îranê de li cîhanê naskirî ye. Li derdora Ruhanî hin dengên cuda tên bihîstin. Ez vana bi ciddî şermezar dikim. Nabe di pêvajoyeke wiha de mirov xiyanetê li hevdu bike.”

Serokomarê Tirkiyê herwiha amaje bi rêkeftina li gel Amerîkayê jî kir û diyar kir, eger sozên hatine dayîn neyên cîbicîkirin, operasyon ‎berdewam dibe.

Erdogan herwiha destnîşan kir, beşek ji hêzên YPGê ji Girê Spî û Serê Kaniyê vekişiyane, lê hêj hejmarek hêzên din li wan deveran mane, ku divê vekişin.

Erdogan amaje bi temambûna dema agirbestê jî kir û got, îro mohlet temam dibe, eger YPG venekişe em dê lê bidin.

Serokomarê Tirkiyê daxwaz jî kir, li cihên ku artêşa Sûriyê lê bicih bûne, hêzên YPGê nemînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst