Hewlêr (Rûdaw) - Misirê dilgiraniya xwe li ser zêdebûna aloziyên li Helebê anî zimên û bangî aliyan kir ku aram bin.
Birêvebiriya Qahîreyê tekez kir ku çareseriya mayînde tenê bi pêvajoyeke siyasî ya berfireh ku Kurd jî di nav de berjewendiyên hemû pêkhateyên gelê Sûriyeyê li ber çavan digire pêkan e.
Wezareta Karên Derve ya Misirê îro di daxuyaniya xwe ya fermî de ragihand ku ew şer û pevçûnên li taxên Kurdan ên Helebê ku di navbera komên girêdayî birêvebiriya Şamê û Hêzên Ewlehiya Hundirîn (Asayîş) de derketine, ji nêzîk ve û bi dilgiranî dişopînin.
"Tirsandina sivîlan nayê qebûlkirin"
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser tirs û xofa ku pevçûn û tundî li ser sivîlan çêdike û wiha hat gotin:
"Misir, bipêşketinên bilez ên meydanî û pevçûnên li bakurê Sûriyeyê, bi taybetî jî li herêma Helebê bi fikarên kûr dişopîne.
Kiryarên tundiyê yên ku dibin sedema tirsandina sivîlan, metirsiya encamên xeternak li ser ewlehî û aramiya Sûriyeya bira hildigirin."
"Çareserî pêvajoya siyasî ya ku hemû pêkhateyan li xwe digire ye"
Misirê diyar kir ku rêbazên leşkerî encamên mayînde nayînin û nêzîkatiya Şamê ya "entegrasyonê" bi perspektîfeke dîplomatîk nirxand.
Wezaretê ji bo çareseriyeke domdar ev şert danî:
"Çareseriya mayînde ya krîza Sûriyeyê; girêdayî wê pêvajoya siyasî ya berfireh e ku li ser esasê diyalogê, di çarçoveya dewlet û saziyên niştimanî de, berjewendiyên hemû pêkhateyên gelê Sûriyeyê (komên etnîkî û olî) diparêze û pêbendbûna bi vê yekê didomîne."
Bîlançoya Helebê: 4 mirî, 25 birîndar
Bîlançoya şerê ku roja duşemê li derdora taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê yên Helebê dest pê kiribû jî diyar bû.
Li gorî daneyên Çavdêrîgeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), di pevçûnên navbera aliyan de 4 kesan jiyana xwe ji dest daye û 25 kes jî birîndar bûne.
Piştî şerê dijwar, derengiya şevê di navbera Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê û hêzên Asayîşê de li ser agirbestê lihevkirin çêbû.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse