Hewlêr (Rûdaw) - Erebistana Siûdî ragihand ku ji bo alîkariya darayî ya desthilata Filistînê hevpeymaniyeke navneteweyî ava dike û ew bi xwe dê 90 milyon dolarî bibexşe.
Wezîrê Karên Derve yê Erebistana Siûdî Feysel bin Ferhan di konferanseke hevbeş a Hevpeymaniya Navneteweyî ya ji bo bicihanîna çareseriya du dewletî de eşkere kir.
Feysel bin Ferhan da zanîn ku Erebistana Siûdî dê di çarçoveya hevpeymaniyê de 90 milyon dolar alîkariyê bide desthilata Filistînê.
Feysel bin Ferhan ragihand ku bi serokatiya Fransayê, piştî destpêkirina konferanseke navneteweyî ya ji aliyê Erebistana Siûdî ve derbarê çareseriya aştiyane ya doza Filistînê û bicihanîna çareseriya du dewletî, hejmara welatên ku dewleta Filistînê nas dikin gihîştiye zêdetirî 159 welatan.
Her wiha destnîşan kir ku welatên Erebî û Îslamî metirsiya gava Îsraîlê ya ji bo dagirkirina Kerta Rojava ji Serokê Amerîkayê Trump re diyar kiriye.
Feysel bin Ferhan tekez kir ku bidawîhatina şerê Xezeyê dê bibe destpêkek ji bo bicihanîna çareseriya du dewletî û got:
"Em bi Amerîkayê re ji bo rawestandina şer di nava hewldanan de ne û bêyî avakirina dewleteke Filistînî dê ti rêyên asayîkirina pêwendiyan bi Îsraîlê re nebin."
Feysel bin Ferhan di konferanseke hevbeş de li gel wezîrên derve yên Urdin, Misir, Norwecê û Nûnerê Bilind ê Yekîtiya Ewropayê yê Aştiyê tekez kir ku bicihanîna çareseriya du dewletî dê ewlehî û aştiyê ji bo herêmê misoger bike, ji ber ku ew rêyeke zelal ji bo dadweriya gelê Filistînê ava dike û di heman demê de mekanîzmayeke bibandor ji bo piştgiriya Filistîniyan dihewîne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse