Qutiya reş a balafira Lîbyayê ji bo analîzê şandin Almanyayê

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Lîbya Tirkiye Almanya Balafira Lîbyayê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Qutiya reş a balafira ku şanda leşkerî ya Lîbyayê tê de bû û li nêzîkî Enqereyê ketibû, ji bo analîzê şandin Almanyayê.

Rayedarên Tirkiyeyê jî soz da ku ew dê piştgiriyê bidin lêpirsînê.

Wezareta Karên Navxwe ya Lîbyayê daxuyaniyek belav kir û ragihand ku qutiya reş ji bo lêkolînê şandine Almanyayê.

Wezaretê diyar kir ku armanca wan ew e "analîzeke teknîkî ya teqez" were kirin.

"Dê li welatekî bêalî were lêkolînkirin"

Wezîrê Veguhastinê yê Tirkiyeyê Abdulkadir Uraloglu jî li ser hesabê xwe yê Xê daxuyanî dabû.

Uraloglu gotibû ku ji bo diyarkirina sedema ketina balafirê, cîhazên tomarkirina deng û daneyên firînê dê li welatekî bêalî bên lêkolînkirin lê navê welêt eşkere nekiribû.

Li Almanyayê cîhazên tomarkirina firînê bi piranî ji aliyê Buroya Lêkolîna Qezayên Balafiran a Federal (BFU) a li Braunschweigê ve tên lêkolînkirin.

Wezareta Karên Navxwe ya Lîbyayê diyar kir ku dozgeriya Tirkiyeyê jî soz daye ku piştgiriyê bide lêpirsînê û hemû belge û tomarên kamerayan pêşkêş bike.

Her wiha hat ragihandin ku polîsên Lîbyayê ji bo piştrastkirina nasnameya kesên ku di bûyerê de canê xwe ji dest daye nimûneyên DNAyê ji xizmên wan wergirtine û şandine Tirkiyeyê.

Şanda leşkerî canê xwe ji dest dabû

Sererkanê Lîbyayê Orgeneral Mihemed Elî Ehmed El-Hedad û şanda pê re li ser vexwendina fermî ya Sererkanê Tirkiyeyê Orgeneral Selçuk Bayraktaroglu li Enqereyê bûn.

Balafira cureyê Falcon 50 piştî ku ji Balafirgeha Esenboga ya Enqereyê rabûbû li nêzîkî navçeya Haymanayê ketibû.

Di balafirê de Sererkanê Lîbyayê Orgeneral Mihemed Elî Ehmed El-Hedad, Fermandarê Hêzên Bejahî Korgeneral Futûrî Grîbel, Midûrê Saziya Hilberîna Leşkerî Tûggeneral Mehmûd El-Kutawî, Şêwirmendê Sererkaniyê Mihemed El-Essawî Diyab û Wênegirê Ofîsa Medyayê Mihemed Omer Ehmed Mahcûb hebûn.

Di qezayê de tevî 3 muretebatan hemûyan canê xwe ji dest da.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst