Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Îsraîlê ragihand ku di bombebarana li başûrê Libnanê de 2 çekdarên Hizbulahê hatine kuştin û yek ji wan berpirsê operasyonên Hêza Rezwan e.
Alîkara Berdevkê Artêşa Îsraîlê Captain Ellayê di daxuyaniyekê de eşkere kir ku di bombebarana li ser navçeya Dibalê ya başûrê Libnanê de "Mihemed Heyder Ebûdê Berpirsê Operasyonên Hêza Rezwan" hatiye kuştin.
Her wiha hat gotin ku çekdarekî din ê ku alîkariya wî dikir jî hatiye kuştin.
Hêza Rezwan yekîneyeke operasyonên taybet e û ser bi baskê leşkerî yê Hizbulahê ve ye.
Captain Ellayê amaje pê kir ku kuştiyan "ji bo avakirina binesaziyeke terorîstî ya Hêza Rezwan kar dikir û li dijî artêş û dewleta Îsraîlê plan datanîn."
Hizbulahê Çiriya Pêşîn a 2023yan wekî piştgiriyekê ji bo Xezeyê bi mûşekan êrişî bakurê Îsraîlê kiribû.
Pişt re jî artêşa Îsraîlê bersiva êrişê dabû.
Artêşa Îsraîlê îlona par êrişên xwe yên li ser Libnanê zêde kiribûn û gelek serkirdeyên leşkerî yên Hizbulahê kuştibûn ku yê herî diyar Hesen Nesrulahê sekreterê berê yê Hizbulahê bû.
Çiriya Paşîn a borî jî her du aliyan agirbest ragihandibû.
Artêşa Îsraîlê di daxuyaniya xwe ya doh de got, "Artêşa Îsraîlê dê ji bo nehiştina hemû gefên li ser Îsraîlê xebatên xwe bidomîne.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse