Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê Oncu Keçelî derbarê êrîşên Îsraîlê yên li Sûriyê de got, “Divê Îsraîl êrişên xwe yên li Sûriyeyê rawestine.”
Şer û aloziyên di navbera Durzî û hêzên ewlehiyê yên hikumeta Suriyeyê berdewam in.
Îro 22 kes hatin kuştin û Îsraîlê 5 caran hêzên Şamê bombebaran kirin.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê Oncu Keçelî derbarê şer û aloziyên li Sûriyê peyamek belav kir.
Once Keçelî ragihand ku ew di wê baweriyê de ne ku çalakiyên tundiyê yên li başûrê Sûriyeyê dê di navbera rêveberiya Sûriyeyê û hêzên xwecihî de bi rêya diyalogê bi dawî bibin û dê kesên di wan bûyeran de rola wan heye bên darizandin.
“Divê civaka navneteweyî piştgiriya Sûriyeyê bike”
Oncu Keçelî wiha got:
"Di vê dema hestiyar a Sûriyeyê de, berpirsiyariya civaka navdewletî, bi taybetî welatên herêmê ew e ku alîkariya avakirina ewlehî û aramiya Sûriyeyê bikin û piştgiriya wan gavan bikin ku di rêya lihevkirina civakî de tên avêtin.
Di vê çarçoveyê de divê Îsraîl êrişên xwe yên asmanî yên ku zererê didin hewldanên yekîtî û yekrêziya Sûriyeyê rawestîne.
Tirkiye dê berdewam piştgiriyê bide hewldanên lihevkirin û aştiyê yên di navbera hemû hêmanên ku civaka Sûriyeyê pêk tînin."
Çend roj in li bajarokê Eşrefiyet Sehnaya li başûrê Şamê, şer û alozî di navbera çekdarên Durzî û hêzên asayîşa Sûriyeyê de berdewam dikin.
Li gorî amarên Wezareta Karên Navxwe ya Sûriyeyê di encama şerê li navçeyên Eşrefiyey Sehnaya û Ceremanayê 22 çekdarên asayîşa giştî ya Sûriyeyê hatine kuştin.
Li gel berfirehbûna aloziyên Sûriyeyê artêşa Îsraîlê jî li Eşrefiyet Sehnayayê hêzên Şamê 5 caran bombebaran kirin.
Serokwezîrê Îsraîlê jî ragihand, wan di êrîşan de komên radîkal tundrew kirine armanc da ku Durziyan biparêzin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse