Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebiriya Agirvemirandinê ya Tehranê ragihand ku li kolana Qudsê ya Tehranê agir bi kargeheke dartiraşiyê ketiye.
Berdevkê Birêvebiriya Agirvemirandinê ya Tehranê Celal Melekî ragihand:
"Îşev derdora demjimêr 19:00an li Kolana Qudsê di kargeheke dartiraşiyê de şewat derket."
Wî da zanîn ku agir li beşa avêtina bermayiyan a kargehê derketiye û ti ziyanên canî çênebûne.
Melekî diyar kir ku tîmên agirvemirandinê gihiştine cihê bûyerê û wan agir kontrol kiriye.
Li ser tora civakî ya Xê dîmenên şewatê hatin belavkirin.
Di dîmenan de tê dîtin ku dûmaneke zêde ji kargehê bilind dibe ku li herêmeke qelebalix a Tehranê ye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse