Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Hêzên Çekdar ên Îranê ragihand ku projeya Amerîkayê ya vekirina Tengava Hurmizê "bi temamî têk çûye" û hişyarî da ku her serkêşiyeke din dê ji bo Washingtonê bi "têkçûneke şermezarane" bi dawî bibe.
Berdevkê Hêzên Çekdar ên Îranê Ebulfazl Şîkarçî anî ziman:
"Dijminên me her carê ku hewl didin hêza me biceribînin, têk diçin.
Têkçûna wan a dawî di Projeya Azadiya Tengava Hurmizê de bû ku bi temamî têk çû."
Şîkarçî li ser îhtimala destpêkirina ducare ya operasyonên leşkerî yên Amerîkayê got:
"Eger dijmin careke din serkêşiyê bike, em dê wan bi awayekî herî xerab û bi şermezarî têk bibin, spas ji Xwedê re me berê jî ev yek îsbat kiriye."
Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser tora civakî ya Truth Socialê ragihand ku li ser daxwaza Pakistanê û çend welatên din ên navbeynkar, wî biryar daye ku operasyona "Projeya Azadiyê" ji bo demeke kurt rawestîne û nivîsî:
"Ji bo peymaneke baş û temam bipêşketineke mezin çêbûye.
Lewma me li ser wê yekê li hev kir ku em Projeya Azadiyê ji bo demeke kurt rawestînin lê dorpêça deryayî heta ku em zanibin ka peyman tê îmzekirin yan na dê bidome."
Pêşniyara 14 xalan
Li gorî agahiyên Axios û Reutersê, Washington û Tehran ji bo bidawîanîna şer û destpêkirina qonaxeke nû ya dan û standinên nukleerê nêzîkî îmzekirina peymaneke lihevtêgihiştinê ya "yek rûpelî" bûne.
Pêşniyar lihevtêgihiştineke ji 14 xalan pêk tê ku ji aliyê Steve Witkoffê Nûnerê Taybet ê Trump û Jared Kushnerê Şêwirmendê Trump ve tê birêvebirin.
Li aliyê din, Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Îsmaîl Beqayî eşkere kir ku Tehran li ser pêşniyara 14 xalî ya Amerîkayê lêkolîn û nirxandinan dike û paşê ew dê nêrînên xwe bidin Pakistanê.
Serokê Amerîkayê hişyariyeke tund da Tehranê û got eger Îran mercan qebûl bike, dorpêçên deryayî dê werin rakirin lê "eger li hev nekin, bombebaran dê dîsa dest pê bikin û vê carê dê asta wan ji ya berê gelekî zêdetir be."
Şerê Amerîka û Îsraîlê yê li dijî Îranê 28ê Sibatê bi êrişeke dijwar a li Tehranê dest pê kir.
Ji wê demê ve Tehranê gelek serkirdeyên xwe yên payebilind ji dest dane û binesaziya wê ya aborî zerereke mezin ditiye.
Tehranê di bersivê de Tengava Hurmizê girt, Washingtonê jî bi dorpêçkirina benderên Îranê û destpêkirina "Projeya Azadiyê" ya ji bo parastina keştiyên bazirganî bersiv da.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse