Pizîşkiyan yasaya ‘tundkirina cezayê sîxuriyê’ îmze kir

15-10-2025
RÛDAW
Nîşan Îran Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan Sîxur
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan yasayên "tundkirina cezayê sîxuriyê" û "birêxistina dronên sivîl" îmze kirin û sazîyên pêwendîdar ji bo bicihanîna wan erkdar kirin.

Ofîsa Serokkomariya Îranê ragihand ku Mesûd Pizîşkiyan her du yasayên ku berê ji aliyê parlamento û Encûmena Parastina Destûrê ve hatibûn pesendkirin îmze kirine.

Her du yasa 23yê Hezîrana 2025an li Parlamentoya Îranê hatibûn pesendkirin û Encûmena Parastina Destûrê jî 1ê mehê erê kiribûn.

Îdam û destdanîna ser mal û milkan

Li gorî yasaya "tundkirina cezayê sîxuriyê", çalakiyên îstixbaratî û sîxuriyê yên ji bo hikûmet û komên dijmin dê bi cezayê îdamê û destdanîna ser mal û milkan were cezakirin.

Di yasayê de, Amerîka û Îsraîl wekî du "welatên dijmin" hatine pênasekirin û Encûmena Bilind a Asayîşa Niştimanî ya Îranê hatiye erkdarkirin ku hikûmet û komên din ên dijmin diyar bike.

Wezareta Îtlaatê (Îstixbarat) ya Îranê jî ji bo diyarkirina torên dijmin ên navxwe berpirsiyar e.

Li gorî heman yasayê, şandina vîdeo û agahiyan ji bo kanalên televîzyonî yên dijmin yan biyanî ku zererê bide asayîşa niştimanî dê cezayên giran bi xwe re bîne.

Birêxistina dronên sivîl

Li gorî yasaya "birêxistina dronên sivîl", heta ku di sîstemeke taybet de neyên tomarkirin ji niha û pê ve firîna hemû cureyên dronan li asmanê Îranê qedexe ye.

Di yasayê de tê gotin ku bikaranîna droneyên sivîl a bê reqem û hejmara tomarkirî dê wekî neyasayî werin hesibandin û xwediyên wan dê rastî lêpirsîna yasayî bên.

Her du yasa piştî şerê 12 rojî yê di navbera Îran û Îsraîlê de ji aliyê Parlamentoya Îranê ve hatibûn amadekirin û pesendkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst