Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Pîşesaziya Avê ya Îranê ragihand, pêla berf û baranê bandor li Îranê kiriye lê dîsa jî metirsiya hişkesaliyê û pirsgirêka kêmaviyê didome.
Berdevkê Saziya Pîşesaziya Avê ya Îranê Îsa Bozorgzade diyar kir:
"Berf û baran demên dawî li piraniya herêmên welatê me bariya lê me bi ti awayî metirsiya hişkesaliyê derbas nekiriye û ev pêla baranê nayê wateya bidawîhatina kêmaviyê."
Baran ji sedî 61 kêm e
Îsa Bozorgzade da zanîn ku rêjeya baranê ya li seranserê Îranê ji ber bandora pêla dawî bûye 20 mîlîmetre lê divê di rewşa asayî de ev rêje 51 mîlîmetre be.
Bi vî awayî rêjeya baranê li Îranê li gorî rewşa asayî ji sedî 61 kêm e.
Li gorî gotina Bozorgzade, li hinek parêzgehên wekî Kirman, Sîstan û Belûçistan û Xorasana Başûr heta niha bi awayekî bibandor baran nehatiye.
Wî kir ku li parêzgehên wekî Yezd, Xorasana Rezewî, Xorasana Bakur, Tehran, Îsfehan, Qûm, Fars, Elburz û Qezwînê baraneke kêm bariyaye.
Wekî mînak, li parêzgeha Tehranê tenê 15 mîlîmetre baran hatiye tomarkirin lê dihat çaverêkirin ku 62 mîlîmetre bibare, ango ji sedî 76 ji rewşa asayî kêmtir e.
Ava bendavan kêm bûye
Bozorgzade her wiha ragihand, ji destpêka payîzê ve heta niha ew ava ku ketiye nav bendavan 2 milyar û 890 milyon metre sêca ye.
Ev rêje li gorî par ji sedî 37 kêm e (par 4 milyar û 570 milyon metre sêca bû).
Niha di hemû bendavên Îranê de 16 milyar û 610 milyon metre sêca av heye lê par di heman demê de ev hejmar 22 milyar û 670 milyon metre sêca bû.
Ev jî nîşan dide ku asta stokkirina avê li gorî par ji sedî 27 kêm bûye.
"Divê em neyên xapandin"
Bozorgzade hişyarî da û got, "Ez teqez dikim ku ev rewşa niha nabe bibe sedema şaşfêhmkirin û xapandina me. Hîn jî pêdiviya me bi kontrolkirina bikaranîna avê heye.
Ji bo dabînkirina ava vexwarinê divê em li gorî senaryoyeke reşbîn tevbigerin.
Her wiha divê kontrolkirina bikaranîna avê di sektora çandinî û pîşesaziyê de bi awayekî cidî were şopandin."
Ji yekşema borî ve pêleke baran û berfê bandor li piraniya parêzgehên Îranê û her pênc parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê kiribû û heta nîvê hefteyê berdewam kiribû.
Rêxistina Keşnasiyê ya Îranê pêşbînî kiriye ku ji îro ve pêleke din a berf û baranê berê xwe bide piraniya Îranê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse