Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Radyo û Televîzyonê ya Îranê ji welatiyên wî welatî xwest ku WhatsApp û Instagramê bi kar neyînin.
Kanala Duyem a Saziya Radyo û Televîzyonê ya Îranê ragihand ku WhatsApp û Instagram mijûlî komkirina agahiyên kesane û zanyariyên derbarê cihê niştecihbûna welatiyan de ne ji bo Îsraîlê.
Ew kanal daxwazê ji xelkê dike ku he rdu sepanan bi kar neyînin û ji ser mobîlên xwe jî jê bibin an jî qet nebe di vê demê de bi ti awayî wan bi kar neyînin.
Li gorî kanalê, Îsraîl bi vê rêyê xwe digihîne agahiyên kesane û ji ber vê yekê divê welatî pir hişyar bin.
Her wiha vê sibê, bi biryara Navenda Fermandariya Asayîşa Elektronîk a Îranê, bikaranîna her cure amûrên elektronîk ji bo berpirsên wî welatî û pasevanên wan hat qedexekirin.
Ev biryar piştî wê yekê hat ku Balyozê Îsraîlê yê li Amerîkayê Yechiel Leiter, di hevpeyvîneke li gel kanala Mêrîtî ya Îsraîlî de ragihandibû: "Şevên Pêncşem û Înê dê tiştên surprîz rû bidin."
Bi gotina balyozê Îsraîlê, "Surprîz dê ewqas mezin be ku operasyona (teqandina) pageran û bêtelan li hember wê dê wekî tiştekî pir biçûk bimîne."
Operasyona pageran amaje bi teqandina amûrên pêwendiyê yên Hizbulaha Libnanê di Îlona 2024an de dike, ku di encamê de 37 kes hatin kuştin û nêzîkî 3000 kesên din jî birîndar bûn.
Îsraîl ji roja Înê ve dest bi êrîşên ser Îranê kiriye û dibêje, armanc ew e ku rê li ber wê yekê bigire ku Tehran bibe xwedî çeka navokî; armanceke ku Îran red dike ji bo bidestxistina wê kar bike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse