Cewad Zarîf: Îran naxwaze rêkeftina atomî binpê bike

21-02-2021
RÛDAW
Nîşan Mihemed Cewad Zerîf Îran Amerîka
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê derve yê Îranê Cewad Zarîf radigihîne, tiştek Îranê yên veşartî derbarê bernameya atomî de nîne, Îran naxwaze rêkeftina atomî binpê bike

Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf ragihand, welatê wî tiştek veşartî derbarê bernameya xwe ya atomî de nîne û tekez kir Tehran naxwaze rêkeftina atomî binpê bike.

 Cewad Zerîf got jî, divê Ajansa Atomî ya Navdewletî nihêniya raportên xwe biparêze û raportên xwe radestî dezgehên ragihandinê neke.

Cewad Zerîf diyar kir ku ew dikarin li gel Amerîka danûstandinan bikin, eger ew welat derbarê rêkeftina atomî de pabendî sozên xwe bibe û amaje bi wê yekê kir, Serokê Nû yê Amerîka siyaseta Trump naguherine û tekez kir mafê welatê wî ye gavên kêmkirina pabendiyên xwe bi rêkeftina atomî li hember nepabendbûna Amerîka bavêje.

Li aliyê din îdareya Joe Biden nameyek ji Encûmena Asayişa Navdewletî re şandiye û têde amaje bi wê yekê kiriye ku daxwaza îdareya berê ya Amerîkayê ya taybet bi dubare sepandina hemû cezayên Netewên Yekbûyî li ser Îranê hatiye hilweşandin.

Nûnerê Amerîkayê li Neteweyên Yekbûyî Richard Miles nameyek ji serokatiya  Encûmena Asayişa Navdewletî re şandiye û ew encûmen agahdar kiriye ku Amerîka biryara îdareya Donald Trump a derbarê dubare sepandina hemû cezayên Netewên Yekbûyî li ser Îranê hildiweşîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst