Hewlêr (Rûdaw) - Medyaya Îranê ragihand ku hêzên Îsraîlê tesîsa atomî ya li Îsfehanê kirine armanc.
Li gorî daxuyaniya rayedaran, di êrişê de ti belavbûna radyoaktîf çênebûye.
Ajansa Nûçeyan a Fars a Îranê, serê sibehê ragihand ku Îsraîlê li tesîsa atomî ya li parêzgeha Îsfehanê xistiye.
Di nûçeyê de hate tekezkirin ku ji tesîsa atomî ti belavbûna madeyên xeternak çênebûye.
Îsfehan, bajarê ku Navenda Teknolojiya Nukleerî lê ye û ev navend herî mezin a navenda lêkolînên nukleerî ya Îranê ye.
Êrişên beramberî didomin
Piştî vê rûdanê, Îran jî êrişên xwe yên li dijî Îsraîlê didomîne.
Li gorî medyaya Îsraîlê, serê sibehê li herêma Gacar a li bakurê welêt, dronên ku ketibû qada hewayî, hatin astengkirin.
Hêzên Parastinê yên Îsraîlê (IDF) berê di daxuyaniyekê de ragihandibû ku balefirên şer, helîkopterên êrişê û sîstemên parastina hewayî di nava 24 saetên dawî de 15 dronên ên ku ji Îranê ber bi Îsraîlê ve hatibûn avêtin, îmha kirine.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse