Hewlêr (Rûdaw) - Dîplomateke berê ya Amerîkayê diyar kir ku êrişên serê sibehê yên Amerîkayê yên li Îranê zehmet e aştî û aramiyê bi xwe re bînin û da zanîn ku eger Îran bersiva wan êrişan nede ew dê matmayî bimîne.
Dîplomata berê ya Amerîkayê Joanna Cummingsê li ser êrişa Amerîkayê ya li Îranê û pêşhatên dawî bû mêvana bultena Rûdawê û pirsên Nalîn Hesenê bersivandin.
Joanna Cummingsa ku çendîn salan li balyozxaneyên Amerîkayê yên li welatên Îraq, Sûriye û Yemenê dîplomat bû û ji sala 2018an heta 2020an şêwirmenda CENTCOMê bû û niha jî pispora pêwendiyên navneteweyî ye li Enstîtuya Rojhilata Navîn a Washingtonê ragihand:
“Êrişa li welatekî din ji aliyê welatekî din ve xuya nake ku rêyek be ji bo bidestxistina aştiyê lê Serok Trump biryar da ku metirsiya derketina aloziyeke nû hêjayî wê yekê ye ku êriş were kirin, lewma ez têdigihim çima wî ev gav avêt.”
Joanna Cummingsê behsa wê yekê kir ku daxwaza Trump ji bo xweradestkirina Îranê bi awayekî bê şert û merc dibe ku encameke berovajî jê derkeve û got:
“Ez bawer nakim hikûmeta Îranê wê yekê bike lewma fikra ku Îranî bi paş de gav biavêjin, dibe ku encameke berovajî jê derkeve.”
Amerîkayê demijmêr 02:50an destê sibehê dest bi êrişeke berfireh a li Îranê kir û navendên sereke yên atomî yên Îranê Fordo, Îsfehan û Netenz bombebaran kirin.
Joanna Cummingsê li ser bersiva Îranê ya êrişên Amerîkayê anî ziman:
“Eger êriş nekin bi rastî ez dê matmayî bimînim.
Me berê jî ew êriş dîtine, hem bi awayekî rasterast û hem jî nerasterast.
Belê, ez dikarim pêşbînî bikim ku dê êriş were kirin.”
Vê sibehê Amerîkayê bi balefirên B-2 êrişî navendên atomî yên Fordo, Netenz û Îsfehanê kir.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse