Hewlêr (Rûdaw) - Alîkarê Serokê Desthilata Dadweriyê ya Îranê Elî Muzeferî diyar kir ku bi biryara Rêberê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî, 2,108 girtî dê ji lêborîna giştî û kêmkirina cezayê sûdê wergirin.
Li gorî medyaya Îranê Serokê Desthilata Dadweriyê ya Îranê Xulamhusên Muhsînî Ejeyî bi nameyekê ji Rêberê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî xwestibû ku razîbûna xwe li ser kêmkirin, guhertina ceza û azadkirina hejmarek girtiyan bide û Elî Xamineyî jî ew daxwaz qebûl kiriye.
Elî Muzeferî ragihand ku navê 2 hezar û 108 kesên ku ji aliyê komîteya taybet ve lêkolîn li ser dosyaya wan hatibû kirin, hêjayî efûyê ne û lewma piştî piştrastkirina navan, ji aliyê Serokê Desthilata Dadweriyê ve lîsteya navan ji Rêber (Elî Xamineyî) re hat şandin û wî jî razîbûna xwe nîşan da.
Elî Muzeferî got, li gorî biryarê, hezar û 919 girtî dê bên azadkirin û cezayê hezar û 189 girtiyên din jî dê bê kêmkirin.
Ev biryar bi xwenîşandan, aloziyên îsal û girtiyên wan bûyeran ve ne girêdayî ye.
Elî Xamineyî salane di çend demên cuda de ji bo bi sedan girtiyan efûya giştî û kêmkirina cezayê derdixe.
Rêberê Komara Îslamî ya Îranê bi boneya salvegera 47emîn a Şoreşa Îranê ev biryara xwe ya niha daye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse