Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan diyar kir ku dan û standinên bi Amerîkayê re gaveke ber bi pêş ve ne.
Pizîşkiyan di parvekirina xwe ya li ser Xê de dan û standinên welatê xwe û Amerîkayê yên li Umanê nirxandin.
Serokkomarê Îranê got, “Dan û standinên Îran û Amerîkayê yên ku bi hewldanên hikûmetên dost ên li herêmê pêk hatin gaveke ber bi pêş ve ne.”
Pizîşkiyan anî zimên ku ji bo çareserkirina nakokiyan bi awayekî aştiyane stratejiya bingehîn a Tehranê her tim diyalog e û wiha nirxand:
“Nêzîkatiya me ya di mijara nukleerê de dispêre mafên zelal ên di Peymana Qedexekirina Çekên Nukleerî (NPT) de.
Mileta Îranê her tim bi rêzê bersiva rêzê daye lê zimanê zorê qebûl nake.”
Dan û standinên di navbera Îran û Amerîkayê de
Dan û standinên nukleerî yên di navbera Îran û Amerîkayê de ku piştî êrişên Îsraîl û Amerîkayê yên Hezîrana 2025an ên li ser Îranê rawestiyabûn, li Umanê ji nû ve dest pê kiribûn.
Dan û standin di demekê de pêk hatin ku tansiyona di navbera Tehran û Washingtonê de ducare bilind bûye û Washingtonê li herêmê hêza xwe ya leşkerî ya li dijî Tehranê zêde kiriye.
Di dan û standinan de Wezîrê Karên Derve Ebas Eraqçî serokatiya şandeya Îranê kir û Nûnerê Taybet ê Rojhilata Navîn ê Serok Donald Trump Steve Witkoff jî nûnertiya Amerîkayê kir.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Îsmaîl Beqayî ji bo hevdîtinên bi Amerîkayê re gotibû:
“Dan û standinên di navbera Îran û Amerîkayê yên li Mesqetê bi lihevkirina aliyan a li ser domandina hevdîtinan bi dawî bûn.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse