Hewlêr (Rûdaw) - Li nav bazar û kolanên Tehrana paytexta Îranê, tirsa ji îhtimala derketina şer di çavên welatiyan de tê dîtin.
Xelkê paytextê dibêje ku şerê aborî ew bêzar kirine û pevçûneke leşkerî dê rewşê karesattir bike.
Emîn, welatiyekî şêniyê Tehranê ye û bi dilgiranî axivî û got:
"Di bingehê de ti encamên baş ên şer nînin. Em niha jî di nav şer de ne, şerekî aborî.
Ev enflasyona ku em niha pê diêşin, ji pevçûneke leşkerî xirabtir e.
Divê hemû hewl werin dayîn da ku em ji şerê leşkerî dûr bikevin."
Siyaseta "zexta herî zêde"
Serokê Amerîkayê Donald Trump piştî ku Kanûna Paşîn a 2025an dest bi kar kir, ducare dest bi bicihanîna siyaseta "zexta herî zêde" ya li ser Îranê kir.
Wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê Scott Bessent qala bandora vê siyasetê kir û da zanîn:
"Tişta ku me karîbû em bikin, çêkirina kêmasiya dolaran e li wî welatî."
Îflasa bankan û bêqîmetbûna tumen
Wezîrê Xezîneyê amaje pê dike ku ev stratejî meha Kanûna Pêşîn bi lez gihîşt lûtkeyê, dema ku yek ji bankên herî mezin ên Îranê îflas kir.
Bessent dibêje, "Li ber bankê qerebalixiyeke zêde çêbû, Banka Navendî neçar ma ku pereyan çap bike.
Ji ber vê yekê qîmetê pereyê Îranê bi lez daket û enflasyon teqiya."
Ji dema ku Trump vegeriyaye Koşka Spî, tumenê Îranê li beramberî dolarê Amerîkayê ji sedî 100 qîmetê xwe winda kiriye.
Niha dolarek bi 162 hezar tumenî tê firotin ku ev yek bûye sedema bihabûna kel û pelan.
"Dan û standin çareseriya herî baş e"
Mesûd, hemwelatiyekî din ê Tehranê ye û pêşbînî dike ku eger şer derkeve rewş dê xirabtir bibe û dibêje:
"Eger şer derkeve, dê qîmetê pereyê me ji sedî 100ê din jî dakeve.
Ji bo me xelkê asayî, jiyan dê zehmettir bibe. Bi baweriya min dan û standineke serkeftî dê encama herî baş be."
Li gorî amarên dawî yên Navenda Amaran a Îranê, rêjeya enflasyona salane li wî welatî gihîşt ji sedî 52,6an.
Par nêzîkî ji sedî 31ê niştecihan di bin xeta xizaniyê de bûn lê tê çaverêkirin ku ji ber bilindbûna enflasyonê û kêmbûna hêza kirînê, ev rêje îsal zêdetir bibe.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse